Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ebas Ebas nivîskarekî Kurd e ku muhra xwe li wêje û mîrateya nivîsa pexşanî ya gelê Kurd xistiye. Ev 52 sal in ku di warê roman, kurteçîrok û nivîsên şanoyî de xebata nivîsînê didomîne û bi temenê xwe yê 79 salan dikarîbû 16 berheman biafrîne.
Qada nivîsînê ji qadên herî girîng û estetîk di wêjeyê de ye, nivîskar pênûsa xeyal, derbirînên xwe ye ku hemû hest û hizrên xwe vediguhêze rûpelên pirtûkan. Yek ji van nivîskaran li Rojavayê Kurdistanê jî nivîskar Ebas Ebas e.
Çavê xwe li gundê Nisran vekir
Dema ku warê Nisran kavil bû û jiyan şahidê destpêka avakirina wî gundî bû ji sala 1946’an nivîskar Ebas Ebas dibe mêvanê jiyanê û li gundê Nisran ji dayîk dibe. Ew ji malbata begê gund e û malbata wan naskirî ye li herêma Tirbespiyê. Ebas xwendina xwe ya sertayî sê salan li dibistana Hatim Eltaî dixwîne, lê paşê vedigere gundê xwe û bi zarokên gund re qonaxa seretayî bi dawî dike. Piştre dîsa vedigere Qamişlo û li dibistana Elnehde ya taybet ya suryaniya heya refê 12’an dixwîne û bawernameya wêjeyî werdigire. Di wê demê de wî ji xwendinê hes nedikir, sedemek jê ew bû ku perwerde ne bi zimanê wî bû, hem jî rêjîm zimanê Kurdî qedexe dikir, hem jî ji hêla suriyaniyan ve ew û hemû zarokên Kurdan rastî pirsgirêkên nijadperestiyê dihatin. Piştî serkeftina di qonaxa amadeyî de, ew berê xwe dide Şamê û li zanîngeha paytextê beşa felsefê dixwîne, di sala siyem a xwendina xwe de ji ber ramanên felsefî ji hêla hikumetê ve tê girtin, piştî sê salan ji xwendina zanîngehê, dest ji zanîngehê berdide. Di encamê de dema ku carekê ji Beyrûtê vedigire, ji hêla rêjîmê ve ji ber xizmeta leşkerî tê girtin, sê sal û nîvan xizmetê dik,e bi keça apê xwe re di sala 1976’an de dizewice û dibe xwedî zarok, mal û mewdan. Ebas ji karê çandiniyê hes dikir, lewma jî demeke dirêj bi karê çandiniyê ve mijûl dibe, heya roja îro jî wiha ye.
Li gel karê leşkeriyê rahişte pênûsê
Nivîskar Ebas dema ku leşker bû li gel parêzvaniya Sûriyê, di sala 1973’an de dest bi geştiyariya nivîsandinê dike û dibe rêhevlê pênûs û lênûsê. Ji ber qeyd û bendên li ser zimanê Kurdî ew bi pênûsa erebî dest bi nivîsandina şano û kurteçîrokan dike, lê hestên netewperweriya Kurdî di nav zeviyên hevokên wî de dide diyarkirin. Di destekî de çekê wî hebû yê ku neçar bû bibe hilgirê wê û di destê din de bi dilxweşî ramanên Kurdwariyê li ser rûpelan dinivîsand. Lewma jî şanoya xwe ya bi navê Bêjing bi zimanê erebî dinivîsîne paşê dema ku diçe Elmaniyayê werdigerîne zimanê Kurdî û çap dike. Lê di ber karê leşkeriyê de ya ku sê sal û nîvan didomîne, nivîskar Ebas kurteçîrok nivîsandine. Di wê demê de bandora sosiyalîstbûnê û êşa civaka Kurdî lê dibe û dixe mijara nivîsê. Dema ku leşker e dizewice, dibe şahidê Cenga Tişrînê jî û piştî sê sal û nîvan vedigere gundê xwe nêzî 10 salan karê çandiniyê dike û diçe Elmaniyayê.
Gemiya çarenivîsê berê jiyana Ebas dide xurbetê
Di sala 1987’an de şert û mercên jiyanê dihêlin ku ew ji welat koçber bibe û here xurbetê da ku li Elmaniyayê bi cih bibe. Dema ku dighêje wir fêrî zimanê Elmanî dibe û teksiyeke taybet ji bo xwe dikire û weke ajokarekî li ser kar dike. Di nava qerebalixa jiyana xurbetê de, erebe û xelkên ku ne bi zimanê wî diaxivin, bayê romanê li hest û dilê wî dixe, êdî li nik karê xwe dest bi nivîsîna romanê dike. Herwiha ji ber ku Ebas berpirsê Kovara Rewşen bû, kesayetekî din bi tenê tê de bi Kurdî li ser navê teva dinivîsand, ji ber vê jî qelsbûnek di nivîsê de hebû, wê demê jî Apê Osman Sebrî û Rêber Apo nivîsê dixwînin û vê yekê rexne dikin, ji ber vê rexneyê jî Ebas xwe fêrî zimanê Kurdî dike. Ew karê xwe yê nivîsê û çapkirina berheman, hem jî xebata li ser erebeyê didomîne. Di wê dema ku li Almaniyayê dijya, sala 2005’ê de ew tê Bakurê Kurdistanê, li gel xwe jî 7 hezar pirtûkên xwe û yên gelek nivîskarên Kurd tîne pirtûkxaneyên Kurdî. Herwiha nivîskar Ebas piştî çapkirina 16 berhemên xwe, di sala 2022’an de vedigere welêt û li gundê ku çavê xwe lê vekiribû, jiyana xwe bi temenê mezin didomîne.
Xwediyê artêşek ji roman, kurteçîrok, nivîsên şanoyî û gotarên cihêreng
Ebas jî weke gelek nivîskarên din ên Kurd êşa miletê xwe di hiş û jêdera derbirîna xwe de meyandibû. Piştî ku derfet jê re çêdibe êdî bi hevokên zelal û dagirtî çîroka netewa xwe, hizr, êş û şêwazê jiyana gelê Kurd li ser rûpelan diteyîsîne. Lewma jî wî 5 nivîsên şanoyî pêşkêşî hunera şanoya Kurdî kirine, berhemek jê ya bi navê Şevên Zivistanî û Melekê Tawus di sala 1996’an de li Elmaniyayê çap dike. Di heman demê de jî Ebas bi navê Gornebaş şanoyek li Almaniyayê di sala 2020’an de çap dike. Ebas şanoyeke din bi navê Bêjin di sala 2021’ê de li Elmaniyayê çap dike, hem jî di heman salê û heman cihî şanoya Penaber dide çapkirin, paşê jî di sala 2022’yan de şanoya Kurm li Elmaniyayê çap dike. Şano têra derbirîna Ebas nekir, lewma berê xwe dide nivîsandina kurteçîrokan, 2 berheman çap dike. Ebas pirtûkekê bi navê Ez û Şalûl, di 2005’an de li Elmaniyayê dide çapkirin, hem jî berhemeke din a kurteçîrokan bi navê Ax War li Almaniyayê di sala 2020’an de çap dike, li aliyekî din bi navê We Kuntû Ene Elbakî pirtûkeke kurteçîrokan bi zimanê erebî li Elmaniyayê di sala 2020’an de çap dike. Kurteçîrok jî nabin bersiv ji hest û derbirînên nivîskar Ebas re, lewma berê xwe dide celebê romanê û 6 romanan dinivîsîne. Ebas romana xwe ya bi navê Şivanê Berxan û romana Xewnên Şiyarî di sala 2004’an de li Stenbolê derdixe. Herwiha romana Helbestvan di sala 2005’an de li Stenbolê derdixe, dîsa jî li heman sal û cihî romana xwe ya bi serenavê Dengbêjê Piçûk derdixe û romana Neviya Çîyayekî di sala 2006’an li Stenbolê çap dike. Piştre jî nivîskar Ebas, romana xwe ya bi navê Piştî Çi di 2024’an de li Rojavayê Kurdistanê çap dike. Ji bilî van berheman, 2 pirtûk bi zimanê erebî hene,( ew tev bîranîn û gotarên cihêreng ên wî hene, di heman demê de hîna pênûsa wî di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de ye û li ser nivîsandina romaneke din bi temenê xwe yê 79 salan, xebatê dike.