Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo  

Hemza Mihemed kesek Efrînî ye û ev bû 16 salin di karê dirûtinê de kar dike, li Efrînê bi dironê re mijûl dibû, lê piştî koçberî şehbayê bû hemû amûrên li pey xwe hiştin, careke din ji nû ve karê xwe berdewam kir û piştî 7 salan ji Şehbayê jî koçber dibe û niha karê xwe li bajarê Qamişlo didomîne.

Karê dironê ji kevintirîn karan e. Di demên berê de diron bi destan dihate kirin, cil û berg bi destan ango bi dezî û derziyê dihate kirin, lê niha teknîk pêşketiye û dirûn bi riya makîneyan tên çêkirin û bi riya wê cil, kiras û xiftan tên çêkirin. Hin kes dirûnê bi rîs çêdikin, bi dezî û caw jî tê çêkirin.

Derbarê kar û xebatê dirûnê de Hemza Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Di biçûkaniya xwe de karê dirûnê dike’

Hemza Mihemed destnîşan kir ku ew di biçûkaniya xwe de karê dirûnê dike û wiha got:” li Efrînê min karê dirûnê dikir, ji ber êrîşên dagirkeran em koçberî Şehybayê bûn, min tevahî alav li şûn xwe hiştin, carek din min karê xwe domand û dikanek ya dirûnê li Şehbayê vekir û min tê de kar kir, lê mixabin em carek din koçber bûn û careke din min alavên xwe li şûn xwe hiştin. Ez niha li bajarê Qamişlo bi cih bûme û ev bû sê meh ez li vir karê dirûnê dikim.”

‘Di destpêkê de min astengî dîtin’

Mihemed diyar kir ku di destpêkê de min astengî dîtin heya ku min cih dît û wiha domand:” Di destpêkê de min astengî dîtin heya ku min cihê dirûnê dît, lê piştre min cihekî guncaw dît û min dest bi kar kir. Gelê Qamişlo ji karê me memnûnbûn û bi mere alîkar bû, herwih cilên xwe li gel min didrûtin û roj bi roj karê me pêşdikeve.

‘Em di nexweşxaneyê de jiyan dikin’

Xwediyî dirûnxaneyê Hemza Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Em di nexweşxaneyê de roniştine, tevî hemû zor û zehmetiyên jiyanê, em ji bona debara jiyanê kar û xebatên xwe didomînin. Em bi hêviya vegereke bi ewle ne, eger em vegerin jî ezê karê xwe yê dirûnê li Efrînê bidomînim.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.