Tayîp TEMEL
Hewldan, xebat û kampanyayên ji bo azadiya rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, di nav xwe de paradoksekê dihewîne. Ev paradoks îro giringtirîn sedema fetisandin û xitimandina siyasetê ye û encamên wê jî rewşa aloz a heyî lengtir dike. Ev paradoksa ku behs li ser e, zêdetir di têkiliyên AKP’ê û dewletên Ewropî û Amerîkayê de aşkera dibe. Lê ev têkilî beriya AKP’ê dest pê dike.
Li Îmraliyê ev 20 sal in rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û ev rejîm ti nirxên mirovayetî û esasên hiqûqî nas nake. Bêguman, ev rejîm bêyî rizamendî û destûra van dewletên navneteweyî nikare bê avakirin.
Di vê rejîma tecrîdê de, Birêz Ocalan nêzî 8 salan e nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne û nêzî 2 salan e jî nikare malbat û xizmên xwe bibîne. Lê em bînin bîra xwe, qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re, yekem car di sala 2002’an de û ji aliye hikûmeta AKP’ê ve dest pê kir. Ev yek di avakirina rejîma tecrîdê de têkiliyên AKP û hêzên navneteweyî aşkera dike. AKP ji bo beqaya xwe ya siyasî ev rejîm cardin tehkîm kir, lê kapê xwe bi destê xwe teslîmî van hêzan kir.
Birêz Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin, lê ew komploya sîstematîk beriya 1999’an ketibû meriyetê. Di sala 1996’an de êrişeke sîstematîk a navneteweyî li dijî Birêz Ocalan hate meşandin. Em baş dizanin ku yên êrişî wî û xeta siyaseta wî ya azadîxwaz û demokratîk dikirin, dixwestin di şexsê wî de vê siyasetê têk bibin û desthilatdariya xwe li ser gelên Rojhilata Navîn ferz bikin. Ev polîtîka îro jî di meriyetê de ye û bingeha hemû têkiliyên AKP’ê û hêzên navneteweyî ava dike. Lê hêza fikr û ramanên Birêz Ocalan, ev komploya navneteweyî têk bir û îro li Rojhilata Navîn, ji bo hemû gel, mezheb, dîn û baweriyan bûye yekane rêya azadî û çareseriyê. Xeta Birêz Ocalan, li dijî mudaxileya navneteweyî û dîktatoriya dewletên li Rojhilata Navîn, ji bo gelan rêya çareseriyê ya bêalternatîv e.
Bi komploya navneteweyî ya 1999’an ve Rojhilata Navîn cardin hate dîzaynkirin. Piştî wê li Tirkiyeyê desthilatdarî hate dîzaynkirin û MHP wek şirîkê vê desthilatdariyê hate tanzîmkirin. Lê ev sîstem bi dûvikiya MHP’ê nedihat meşandin û lewre AKP piştî wê anîn ser desthilatdariyê. Dîsa piştî wê mudexileya leşkeri ya Iraqê, ev êrişa sîstematîk û navneteweyî anî merheleyeke din.
Bi vê sîstema tecrîdê ya 20 sal in peyderpey giran dibe û belavî temamî Tirkiyeyê dibe, dixwazin ku Birêz Ocalan fikr û ramanên xwe negehîne gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Di 20 salên dawî de ev tecrîda girankirî bi xwe re konsepta îmhayê û bêîradekirinê anî. Di dawiya dawî de jî, di navbera salên 2013-2015’an de bi îradeya Birêz Ocalan, pêvajoyeke çareseriyê bi pêş ket, lê encamên wê berjewendiyên hêzên navneteweyî xiste xetereyê û loma jî ev pêvajo hate bidawîkirin.
Di vê tabloyê de aşkera ye ku sîstema tecrîdê bi destê AKP’ê tê meşandin, lê di paşxaneya wê de hêzên navneteweyî û komploya wan heye. Ji bo berterefkirina vê polîtîkayê û têkbirina komploya navneteweyî, têkoşîneke navneteweyî divê ye. Divê kurd û gelên Tirkiyeyê û hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî vê komployê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê li dijî van sazî û dezgehên navneteweyî yên ku vê sîstema tecrîdê rewa dikin û cesareta êrişeke mezintir didin AKP’ê, zext û berxwedaneke xurt û hevpar bê avakirin. Û wekî Birêz Ocalan gotî, azadiya Ocalan û rizgariya gelan bi hev ve girêdayî ye. Ji bo pêkanîna wê jî, divê beriya her tiştî ew komploya navneteweyî bê pûçkirin.