Burhan ERDEM
Di van rojan de, weke destkefteke Kurdan ji dest neçe, ji bo Rojava fikar hene. Ev fikar bingeha xwe ji destçûna wan destkeftên kurdan en li Başûr werdigre. Rojavaya xwe ji êrişkariya çeteyan parastiye û gihandiye asta xwerêveberiyeke mînak, bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Êrişkariya Tirkiyê ku bi devê dîktatorê wê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate deklerekirin, mîna sedema van fikaran dixuye. Lê ya ku me gihandiye vê rewşê siyaseta kurdan bi xwe ye. Lewra eger siyaseta kurd li ser xwe ba, wê li wê civata giştî ba!
Partî û rêxistinên Kurdan di nava xirecireke mezin de, li dû îktidarê ne. Ji her sê siyasetmedaran pêncên wan şerê hevdû dikin. Vî şerî jî xwe bi spartina dewletên dagirker dimeşînin. Heta yekî xwediyê posteke rêveber radibe dibêje, bi Tirkiyê re têkeliyên wan gelekî baş in. Ji vê yekê jî îftixar dike. Ji ber şehîdên wê malbata xwe bûye xwediyê wê postê û ew şehîdên ji bo Kurdistanê canê xwe dane, dike materiyalê vê qirêjiyê. Di rûyê van siyasetmedarên kurdên bi vî rengî de, me gelê kurd gelekî wenda kir. Min bi xwe gelekî van wendahiyan dîtine.
Dema ku haya me ji siyaseta kurd çêbû, li derdorê hin mezinên me yên siyaset dikirin hebû ku em ji wan fêrdibûn. Ji wana yên dilsoz bûn, bi cinayetên faîlî mechûl hatin qetilkirin an jî salên dirêj di girtîgehê de man. Pirraniya wan kesên hingê siyaset dimeşandin rûniştin(!). Vana ew kes bûn ku di dema destpêka ciwaniya me de digotin; Kurdistaneke yekgirtî, serbixwe û sosyalîst. Em zarokên ji gundan çûbûne bajaran û xwendibûn, fêrî marksîzmê bûbûn. Tabîî marksîzmeke li gorî wan salan. Ji aliyê wê yî zanistî dûr, tenê li ser ezberê. Ji ber wê jî, Kurd û Kurdistan di rêza duyemîn heta ya pêncemîn de dihat. Lê em ji bo canfedatiya welatê xwe amadebûn!
Hingê salên heyştêyî bû. Li Bakur Tevgera gerîllatiyê geş bûbû. Artêşa Tirk hê ewqasî bi tecrûbe nebûbû. Gerîllayên li Filîstînê perwerde dîtibûn, derbên giran lê didan. Bi her derbê re jî, sempatiya gel a ji şoreşgerên Kurd re, vediguhezî tevlîbûna rêxistinê. Li Başûr tevgera pêşmergeyan ku derbeke giran xwaribû, dest pê kiribû, xwe reorganize dikir. Li Rojhilat PDK-I ya di bin rêveberiya Qasimlo de, piştî şikesta ji ber şoreşa îslamî ya Îranê û îxaneta hêzên başûr, careke din xwe komî ser hev kiribû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hingê banga Kongreyeke Neteweyî Kiribû.
Weke şert û mercên welêt, rewşa cîhanê jî bi salên nodî re guherîn. Bi şikestina Yekitiya Sovyetê re dewletên nû ava dibûn û ji Kurdan re firsendên nû destpêkiribûn. Lê siyaseta Kurd bi şerê birakujiyê wê şansa destpêka salên nodî wenda kir. Di destpêka salên duhezarî de, ku destpêka sedsal û hezarsaleke nû bû, dîsa ew îmkan ji Kurdan re peyde bû, lê mixabin û bidaxewe. Coxrafyaya me ya ku niha şiklekî nû digre ji Kurdan re mercên nû afirandiye. Dîsa Ocalan bang kiribû, eman hewar kongreya neteweyî bicivînin. Îmkan her hebûn lê şerê îktidarbûyinê ya di siyaseta kurd de, gihişte wê astê ku ew îmkanat têk bir.