Lîloz Hisên/Qamişlo
7’emîn kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad bi beşdariya hemû delegeyên raghandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha rojnamevanê serbixwe li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di 15’ê Pûşbera 2025’an de, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 7’emîn kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate organîzekirin. Bi beûdarbûna 150 delege û hejmareke mêvanên ku nûnertiya sazî û dezgehên fermi yên Rêvebriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û kesayetên rewşenbîr.
Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir. Piştre bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî axivî, di destpêkê bi xêr hatina beşdaran kir û wiha got: “Ev 14 sal in Ragihandina Azad têkoşîneke bê hempa da meşandin, da ku bikaribe hemû rastiyên heyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê ji raya giştî re ragihîne, ev yek jî bi dayîna berdêlên giran pêk hat ku di oxira eşkerekirina heqîqetê de 31 rojnamevan şehîd bûn.”
Dilyar Cizîrî di dewamiya axaftina xwe de tekez kir ku Yekîtiya Ragihandina Azad wê bibe wesîleya dengê rojnamevanên Sûriyê û wiha domand: “Ragihandina Azad li kêlek ku dengê rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, herwiha wê bibe pireke di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihandina Kurdistanê û cîhan bi giştî de jî. Ragihandina Azad erkeke da ser milê xwe ku dengê sazî û şoreşa 19 Tîrmehê bighîne cîhanê, li ser vê bingehê jî hemû kar û xebatên xwe dide meşandin.”
Di dawî de Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku Yekîtiya Raghandina Azad pireke ji bo parastina jiyan û mafê rojnamevana.
Piştre Hevserokê Daîreya Ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Ibrahîm axivî.
Ciwan Mele Ibrahîm diyar kir ku Ragihandina Azad di rewşeke zûr û zehmet de hat damezrandin û wiha got: “Di dema ku Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin bû sîwana ku hemû rojnamevanan di nav xwe de bihewîn, di wê demê de çepemeniyên heyî yên li Sûriyê bi tiliyên destan dihat jimartin û tu rola wan a gihandina dengê civakê tunebû. Lê bi avakirina Ragihandina Azad pêngava yekemîn a dengê civakê hat destpêkirin.”
Piştre nameyên pîrozbahiyê yên ku ji Kongreyê re hatibû şandin, hatin xwendin. Dîwan hate hilbijartin ji bo birêvebirina kongr navê wan jî wiha bû: Bêrîvan Xelîl, Binyad Cizîrî, Mihemed Ebdo, Dicle Ehmed, Rebîa Îto. Herwiha rapora giştî ya di navbera her du kongreyan de ku ji sala 2022’an heya 2025’an de hate xwendin, paşê reşnivîsa rêzkinameya hundirên bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin û nîqaş kirin û bidengdayîna beşdaran li ser hate erêkirin.
Di berdewamiya Kongrê de komîteyek ji 10 kesan hate avakirin ji bo ferzkirina dengên ji bo Meclisa Giştî û Hevserokatiya Hevbeşa ya Yekîtiya Ragihandina Azad.
Di beşê dawî de yê kongreyê de navên namzetan hatin girtin û hilbijartin hatin li dar xistin. Di hilbijartinan de 2 hevserok û meclîsa Yekîtiya Raghandina Azad ku nûnertiya hemû herêman û kotaya wekheviya zayendî di ber çavan re derbas bike, hatin hilbijartin.
Li gorî biryarên ku di kongrê de hate eşkerekirin, hevserokatiya hevbeş ya Yekîtiya Raghandina Azad Idrîs Henan û Evîn Ibrahîm hatin hilbijartin.
Kongir bi daxuyaniyekê bi dawî bû tê de wiha hate gotin: “Kongreya me di demeke hestiyar ku herêm di guhertinên mezin têne jiyan kirin, hate li dar xistin. Bi wesîleya vê kongreyê Yekîtiya Raghandina Azad wê hewil bide di dema paşê de xwe li gorî berpirsyariya nûnertiya hemû civaka Sûriyê bike, tevbigere û xebatên xwe li ser esasê hîn berfirehtir bike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hat: “Xebata YRA’ê ku li ser mîrasaê şehîdên heqîqetê bi pêşengtiya dehan şehîdan hatiye birêvebirin. Li ser wî esasî di dawî de em di şexsê mamosteyên Raghandina Azad ên mezin şehîd Seyîd Evren û Ezîz Koylugolo û di şexsê ciwaên raghandinê şehîdên benvdava Tişrînê Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn û Egîd Roj û hemû şehîdên raghandina azad bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.”