Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Perwerde bi zimanê dayikê

01/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hefteya çanda  Kurdistan li Brukselê
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Sala nuh ya perwerdê dest pê dike. Bi hezaran zarokên me berê xwe didin dibistanan. Lê şertên ew tê de di gelek aliyan de dijwar e. Têkoşîna azadiyê li seranserê Kurdistan, êrîşên dijmin ji derdorê, aboriya bi pirsgirêk, civata di nav gelek tengasiyan de, kêmasiyên derfetan nûne sebeba pêknehatina sîstemek rêk û pak. Mixabin, bi hezaran zarokên me jî di nava van şertan de diçin dibistanan.
Li Bakur û Rojhilat perwerdeya bi zimanê dayikê ne mimkin e. Dagîrkeriya Turkiyê û Îranê ev rê li ber Kurdan girtine. Dagîrkeriya wan ne bes ji aliyê abori ye. Jiyana kultûrî, perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe ye. Hebûna fizîkî jî di bin xeterê de ye. Qedexe bi hemû hêza xwe berdewam e. Hebûna Kurdî jî tê di bin talanê de ye. Her roj meriv têne kştin, her roj kevnoşopiyên Kurdan têne tunekirin. Her roj xwezaya Kurdistan tê bombekirin. Berxwedan û têkoşîna azadiyê jî bê navber berdewam e.
Li Başûrê Kurdistan herçend e rewş awakî din be jî gelek pirsgirêkan di nav xwe de vedişêre. Rast e, beşek ji herêmê rizgar e, hikûmet û xwediyê biyargehê Kurd in. Lê dîsa jî ne bes parçeyek ji xaka wan di destê hikûmeta navendî de ye, sîstema îdarî jî belawela ye. Li sê wilayetên ku îdara Kurdî heye biryargeheke navendî nîne û yek li ya din guhdarî nake. Her yek li gor heza xwe, li gor dilê xwe rojeva jiyana civakê dixwaze çarçewe bike. Perwerde, jiyana kultûrî, parastin, hêza ewlekariya herêmê û hwd… dûrî çareseriyê ne.
Rojava dimîne ku ew jî di rewşeke dijwar de dibuhure. Hêviyên mezin hene ku li Rojava mihawele ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan heye. Di serî de yek biryargeh ne çend serî ne. Hêza ewlekariyê ne çend serî ye. Alfabe yek e û hestên neteweyî ne parçe parçe ne. Ev rewş jî gelek heviyan dide me.
Di vê qanaxa dijwar de divê rayedarên Rojava girîngiyeke mezin bidin rola perwerdê. Bi taybetî rola perwerdeya bi zimanê dayikê. Di serî de jî min got, rewş aloz e, dijmin hawîrdor dorpêç kiriye, ji bo tunekirina hebûna me bi xwe êrîş dike, lê hêzên qirêj jî dişîne ser me ku bighê armanca xwe. Hêzên me jî berxwedaneke bêhempa dikin, têkoşîna azadiyê berdewam e û serketi ye. Lê wezîfe li vir ne bes berxwedan û berdewam têkoşîna azadiyê ye. Giringiya perwerdê bi zimanê dayikê di vê qonaxê de roleke pirr mezin digre.
Divê lêgerîn pêkwerin ku baştirîn sîstem peyda bibe ku perwerdeyek hêja, bi wate û di pêşerojê de bi encam ji civaka me re di nava welatê me de bibe rastiyek jiyanê. Gelek mînak ji bo dîtina sîstemek hene ku meriv jê wate bigre. Welatên Skandînavya, Beljîka, Hollanda, Swîs, Kanada, hwd… Perwerdeyek baş bi zimanê dayikê, ne bes ji bo zarokên me lê ji bo pêşeroja me Kurdistaniyan tevan pêdiviyek mezine. Civakek bi perwerdeyek bi kalîte pêşeroja welêt saxlem dike.
Rektorê Zanîngeha Katolîk ya Leuven di vekirina sala nuh ya perwerdê de berî çend salan bi van gotinên xwe axaftina xwe ya bernameya radyo de qedandibû: Eger em refaheke baş ji bo civaka xwe bixwazin û pêşeroja xwe bikin bin ewlekariyeke mezin divê em sêstema perwerdeya xwe bi zimanê dayikê qewîn bikin. Divê em baş bizanibin ku perwerdeya bi kalîte yek ji çekên me yên herî girîng e. Divê pêdiviya gelek derdoran bi hêza me ya hişmendiyê hebe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.