KCDK-E’yê banga tevlêbûna şîna Ûmût Acar kir ê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û protestokirina çûyîna Erdogan a Elmanyayê xwe şewitand.
Ûmût Acar ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina hatina serokkomarê Tirk Erdogan a Elmanyayê xwe şewitandibû. Cenazeyê Acar bi awayekî girseyî ew ê bişînin Kurdistanê. Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê banga tevlêbûna merasîma cenaze kir.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:
“Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo 20 sal in li Ewrûpayê gelê Kurd dadikevin qadan. Vê çalakiya Ûmût Acar ne çalakiyeke wisa ye ku divê mirov tercîh bike, lê bûye serhildana gelê Kurd a li hemberî bêdengiyê.
Ew ê ji bo Ûmût Acar li Nûrnbergê merasîma cenaze were lidarxistin û cenaze ber bi Kurdistanê ve were şandin. Em bang li welatparêz û dostên xwe dikin ku bila tevlî merasîmê bibin û xwedî li cenaze derkevin.”






