Sîpan CAN
Gelek mirovên di nava civakê de, ji zayîn û zarokatiya xwe de nîşaneyên afirandin û xulqkariyê li ba wan hene. Ango, di temenekî biçûk de jîrin û aqilê wan baş dixebite û dikarin bi awayekî bê ser û ber û bêyî ku biwestin mêjiyê xwe bidin karkirin. Ev kes jêre dibêjîn afrîner, di welatekî ku afrîner hebin de civaka wê pêşketî û xwedî gelek taybetmendiyên zanist û ramyarî ye. ew civak salkê berî her demê lezê dide pêşveçûna guhertin û veguhertinan û pêr pêre dighêje armancên xwe.
Helbet, dema çêra vê mijarê dikin, nayê wê wateyê ku tenê zarok ji zikê dayka xwe derdikeve û dibe afrîner. Hawîrdora li derdora mirov jî bandor li ser afrîneriya wî/ê dike. Ango, atmosfêra li derdorî mirov guncaw be, wê kesayetekî/ê afrîner derkeve,lê; na eger ne wisa be, ê walah zehmete kesên mîna Aynîştayin û Edîson derkevin holê, wê demê pêwîste mucîzeyek çêbibe. Hawîrdor jî li ser gelek xalan mirov dikare destînîşan bike: malbat, kolanên taxa jiyanê, dibistan û her ber bi zanîngehê ve, her wiha sazî û dezgeha ku mirov tê de kar dike ne. Ev tev bandorê an wê erênî an jî wê neyînî li ser vî/ê keseyatî/ê bikin. dibe hin mirov di cewherê xwe de afrîner bin; lê ew jî gelek kêm in.
Ev pirsgirêk di civakên me de her li pêş e. bandora ol, urf û adet û hin nirxên civakî yên hatine berûvajî kirin pire. Lewra, ferdên civakê nikarin hêza xwe ya hundirîn biteqînin. Em jî, niha, li welatekî ne ku şoreş têde hîn lidarketiye. Tevî hemû êrîş û zextan, di nava ji sedî yek saziyên hatine avakirin de, belkî hin kes ji ber fedekariya xwe heya astekê di kar û projeya heyî de xebatek meşandine; lê em nikarin nav lê bikin afirînerî. Çima? Sedem hene. ji malbatê bigire û heya saziya ku mirov tê de kar dike, mijar derbasdare. Malbtekî ku bi ol û adetan bandore ne gengaze ku mirov afrîner be têde, îlah ger mucîze çêbibe. Her wiha di dibistan û zanîngehê de jî ger ew dezgeh nikaribin mirov bighînîn astekî afrîneriyê û rê li pêş bê vekirin wê demê, dîsa ne gengaz e afrînerî bi pêşbikeve. Her wiha di saziyên ku êdî mirov tê de para jiyana xwe tê de dike jî, ger derfet, ango herî kêm rê li pêş neyên girtin wê karibe ji bo sazî û xizmeta gelê xwe xwedî proje û planên cuda cuda be. lê; ya tê xuyakirin tersî wê ye. ji ber nêrîn û netghêştin her wiha asoyên teng yên hizirandina rêveberiyên saziyên me ne gengaze ku nifşekî afrîner bê avakirin, yê tê kirin binpêkirin di derheqê afrîneriyê de ye, her roj em rastî bi sedan komkujiyan tên, her roj çirûska ku di cewherê her kesekî/ê de heye tê pelçiqandin û vemirandin. Wê demê ne gengaze em karibin hêvî û armancên şoreşa xwe di vê rewşê de pêk bînin.