Ezîz KOYLUOGLÛ
Dewleta Tirk ya dagirker û faşîst di her demê de dijberiya xwe ya li dijî gelê Kurd tîne ziman. Ev dijberiya dewleta Tirk, dijberiyekî bikok e. Ji avakirina dewleta Tirk heta niha didome. Berî wê jî li ser bingeha nejata tirk kesên derketibûn û xwe wek îttîhat teraqî binav dikirin jî, dem dem helwestên dijberiya gelên Kurd nîşan dan. Dijberiya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd di salên dawî de ji çarçova sînorên siyasî yên dewleta Tirk ya dagirker derbaskir û him li başûrê Kurdistan him jî li rojavayê Kurdistan firehtir bû.
Yek ji siyaseta dijberiya gelê Kurd ya dewleta Tirk jî li ser nifûsa Kurd lîstin û wan ji erdê wan ya resen bi darê zorê dûrxistin û bişaftin bû. Ev siyaset li bakûrê Kurdistanê bi taybet li herêmên nifûsa Kurd lê zêde yên rojavayê çemê Firatê wek plana Şerq İslahat hat despêkirin. Li gor wê plana wan dewleta Tirk dixwest li bajarên bakûrê kurdistanê yên rojavayê çemê Firatê Îskenderûn, Sêwaz, Meletî, Dîlok, Mereş ku pirraniya Kurdên li vê herêmê dijîn Elewîne, bi kuştin, zor, îşkenceyê wan neçarî koçberiyê bike. Ger yên li herêmê bimînin jî divê dev ji Kurdiya xwe berdin û bibin tirk. Ev siyaseta dewleta Tirk ji sala 1925’an ve didome.
Plana Şark İslahat a dewleta Tirk ji du merheleyan pêk dihat. Yek; Kurd li rojavayê Firatê neminin yan neçar bimînin derbasî rojhilatê çemê Firatê bibin yan jî derbasî bajarên Tirkan bibin. Bi taybet piştî ev plan kete meriyetê Kurdên li wan bajaran dijiyan li gelek bajarên tirkan belav bûn û bi qirkirina çandî re rûbirû man. Bi hezaran Kurdên bi vî rengî neçarî koçberiyê bûn, niha Kurditiya xwe ji bîr kirine.
Kurdên li vê heremê man bi taybet Sêwaz û Mereş piştî salên 1960’an ve bi hevkariya dewleta Elman wek karker derbasî Elmanyayê bûn. Bi rengekî dewleta Elman jî bû beşek ji plana Şerq İslahat. Ev plan di sala 1980 de bi derbeya leşkerî gihaşt lûtkeyê û li wan bajaran nifûsa Kurdan anîn asta herî nizm.
Ya dûyem; Kurdên li hemû cihên rojhilatê çemê Firatê were dagirkirin, wê gelê Kurd her dem di nava cendera kuştin, îşkence û girtinê de bên serkurt kirin. Bi demê re bi rêya dibistanan bên bişaftin.Niha ev siyaseta dewleta Tirk ya dagirker bi sînorê dewleta xwe re sînordar namîne û li rojava û başûrê Kurdistan jî didome. Dagirkeriya dewleta Tirk ya li başûrê Kurdistanê ne tenê di çarçoveya li dijî gerîlla şerkirinê ye. Ev dagirkerî di heman demê de mesajek wiha ye ku dibêje Kurd li kuderê be jî nikare wek netew bijî. Ji bo wê dixwaze çarçoveya dagirkeriyê ne aborî, çandî, siyasî de bihêle, dagirkeriya fizîkî jî li başûrê Kurdistan fireh bike. Balkêşe PDK jî destekê dide vê dagirkeriyê. Dema Cerablûs ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin gelek kesan digot wê sînorê vê dagirkeriyê heta kî derê be? Dewleta Tirk bi tena xwe sînorê dagirkeriya xwe diyar nake. Him dewletên herêmê, him jî Rûs û Emerîka wê sînorê dagirkeriya dewleta tirk heta kî derê be diyar dikin. Ji ber wê jî dagirkeriya dewleta Tirk û sînorê wê bi destûra dewletên din ve tên diyar kirin. Lê ev eşkereye ku dewleta Tirk li rojavayê Kurdistanê çarçoveya plana xwe ya şerq îslahat niha xistiye dewrê. Yanî dixwaze Kurd li rojavayê çeme firatê nemînin. Ji bo wê jî him li herêma Cerablûs, Bab û Ezaz navçe û gundê Kurdan vala dike, wan neçarî koçberiyê dike û Kurdên dixwazin vegerin ser axa xwe jî nehêle. Li şûna wan jî çeteyên xwe û malbatên wan bi cih dike. Xeleka dawî ya vê plana dewleta Tirk Efrîn bû. Bajarê Efrîn bi 7 navçeyên xwe cihekî ji sedî 95 Kurd bû. Wek giraveke rojavayê çemê Firatê bû. Dewleta Tirk ne niha, ev demek dirêj bû Efrîn kiribû hedefa xwe. Lewra Efrîn, ji bo siyaseta xwe ya bê Kurd kirina rojavayê Firatê wek metirsiya herî mezin didît. Dewleta Tirk ya dagirker/faşist çawa ev 90 sal zêdetire li bakûrê Kurdistanê, li bajarê Kurdan yên rojavayê çemê Firatê kuştin, îşkence, koçberkirin, talan kir û heta asteyek bê Kurd kir. Niha jî li Efrîn heman siyasetê dimeşîne. Ji bo wê serkeftina Efrîn wê derbek mezin li siyaseta dewleta Tirk ya dagirker ya nêzîkî sed sale bê Kurd kirina rojavayê çemê Firatê bixe.