Idrîs HENAN
Dagirkerî li gorî wateya xwe ya ziman; bi rêbaza xesibkirinê, ketina welatekî bi êriş û zorê ye. Li gorî zagonên navneteweyî û gerdişên civakî mêtingerî ye. Ji bona ku aliyek bi awayekî mayînde serweriya xwe li ser welatekî ferz bike, bi riya zorê, guherîna demografîk, leşkerkirin, sizakirina komî, dizî, talanî, revandin, intîqama ji şêniyên resen, destdanîna ser milkên gel, qirkirina çandî, rûxandina şûnwaran û …. Hwd wê yekê pêk tîne.
Hemû cureyên dagirkeriyê li dunyayê dişibin hev. Tenê dagirkerên Kurdan naşibin ên dîtir. Ji bona gel û welatên hatine dagirkirin, li gorî zagonên navneteweyî hinek erk û berpirsyariyên dagirkeran jî hene. Tenê ji dagirkerên Kurdan re hemû riyên asîmîlekirin, pişaftin û kokqelandinê vekirî ne? Gelo çima van riyan bê şerm û bê ti berpirsiyariyeke mirovî û exlaqî vedikin? Çima kuştina insanê Kurd dilê ti kesî naêşîne û ne jî aqilan diponijîne?.
Niha li Efrînê dagirkeriya nûjen li dar e. Raste beşa mezin ji Kurdistanê hîna di bin nîrê dagirkeriyê de ye, lê dagirkirina Efrînê di vê serdema nû de xwedî wate û maneyeke dîtir a pênasekirina tegeha dagirkeriyê ye. Ew danasîna berê bi şiklê çetetiya dewleta faşîst a Tirkiyê biçimekî nû girtiye. Faşîzma ku dîktatoriya AKP-MHP weke sentez hilbijartiye jî naşibe sîstemên faşîst nola yên Mosolînî û Hîtler. Ango bi rêbazên ku xwe dispêrin qirkirinên çandî û fîzîkî û kiritandina axa welatên dîitr, faşîzma Tirk hewl dide hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn ferz bike. Her kes dizane Tirkiyeya li ser esasê misyoneriyê li herêmê hatiye avakirin, nikare derveyî îradeya avakerên xwe bostek be jî gav bavêje. Ji derveyî ze`iranî û qebedaytiyê nikare tiştekî din li herêm bike. Di demên nazik û hestiyar de wê li ser kevirekî bidin rûnişkandin. Ka êdî ev kevir çiqasî germ an hênik e, konjoktor dizane?! Bi gotineke din; niha li Efrînê çeteyên dewleta Tirk dibêjin ku Efrîn axa bav û kalên wan e. Her wiha spasiya Erdogan dikin ku ew axa asê ji wan re vegerandiye. Ev jî heman zihniyeta dagirker û êrişker a dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê gelek bi hêsanî pirî caran ew têkîliya beolojîk navbera Erdogan û çeteyan de hatiye deşîfrekirin.
Di gelek pêvajoyên dîrokî, bi taybet dagirkeriya sedsalên 18 û 19mîn de, welatên dagirker hebûna gelên welatê ku dagir kirine nas dikirin. Tenê rejîmên Tirkiyê hebûna Kurdan nasnakin. Tabî ev jî bi erêkirineke navneteweyî pêkan bûye. Çawa ku Efrîn bi heman erêkirinê hate dagirkirin, qirkirinên li ser Kurdan tên meşandin bi heman erêkirinê ne. Cihê jeostratejîk ê welatê Kurdan ku di dilê Rojhilata Navîn de ye, bandor li taybetmendiya dagirkeriyê jî xistiye. Çawa ku dibêjin, siyaset ji cografyayê bandor dibe, sîstemên siyasî jî li gorî wê tên avakirin. Kurdistan weke cografya her li ser riya êrişên dagirkeriyê bûye. Ji artêşa Iskenderê mezin korîdora rojhilat, ji peresan re jî ya rojava bû. Hemû şerên çilekiyên Sasan, Bîzans, Mogol û herdu împaratoriyên peres û osmaniyan li ser erda Kurdistanê bûn. Nivîskarê bi eslê xwe Tirk Ismail Bişikcî ji hewa de nedigot: Kurdistan mêtingehek navneteweyî ye. Ji ber vê sedemê, bostek be jî, bi biryarên navneteweyî tê dagirkirin. Lûtkeya komploya navneteweyî kirêtiya dagirkirina Efrînê û xeyalên dagirkeran ku Efrînê axa bav û kalên xwe dihesibînin bû. Ma gelo ew û piştdayiyên xwe bav û kalên xwe nas dikin? Bê bav in, li Efrînê li bavekî xwe digerin.