Binevş SARYA
Ji 5ê Nîsana 2015. heta niha bi awayekî dijmirovî tecirîdeke giran li ser Rêber APO tê meşandin û 4 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. 7 sal in jî bi behaneyên cuda nahêlin malbat û parêzer pê re hevdîtinê bikin.
Ne hêsan e ku mirov 20 salan di odeyeke teng û bê şibake de bi serê xwe bimîne. Dewleta Tirk bi li hemberî nefesgirtina birêz Ocelan jî xwe ranagire. Çawa ku tê zanîn sala 2008. li hemberî ciyê bêhndanê darek hebûye û çûk li serê datînin. Dewleta Tirik tehemûla hebûna vê darê jî nake û ji bo ku Rêber Apo şîntayiyê û çûkan nebîne darê di binî re dibire. Ango ji bilî spî rengên li Îmralî tevan tine dikin. Eger bikariya wê rengê giravê jî biguherta. Çawa ku Rêber Apo jî dibêje; dema mirov rengekî tenê dibîne, di hişê mirov de rengên din tev tine dibin. Gelo dil, yan jî mejiyê kê ji me dikare xwe li hemberî tenêmayîna 20 salan ragire. Jixwe hebûna mirov ne tiştekî wisa ye ku bikare bi serê xwe bijî. Eger mirov li cîhanê li ciyê herî xweş be jî mirov nikare 20 salan bi serê xwe bijî. Dema em li rastiya girava Îmralî dinêrin ev rewş cudatir e. Di nava ewqas salên dirêj de eger mirov careke tenê jî nikaribe mirovekî bibîne, li gel rûne, di dema silavdayînê de destê xwe bide destê wî, yan jî himbêz bike, wê çawa bikare hestên xwe bide jiyandin. Lê dema em li Rêber Apo dinêrin ev êrîşên dîjmirovî tev di kesayeta xwe de bêwate kirine. Li hemberî zilma Dehakan her ku diçe hêza Pireometosan di zêhnê xwe de xurttir dike û dibe hêza bingehî ya çareseriya jiyana mirovayiyê.
Carina bi piyên xwas pê li betonê dikim û wiha dihizirim; gelo eger mirov qet pê li axê neke wê çawa bikare hestên xwe biparêze. Ji bo bêhnfirehbûnê û tinebûna enerjiya negatîf, gelek caran mirov bi piyên xwas diçe nava axê, carna jî di nava şîntayiyê de digere.
Di demên wisa de li ser Rêber APO dihizirim û wiha dibêjim; gelo hestekî çawa ye ku mirov 20 salan qet destê xwe nede axê, pê li çîmenekî neke, li ber siya darekî rûnene, yan jî qet dengê teba û candarên din nebihîze. Lê heman demê wiha jî difikirim; mirovên her kêliyê beden û mejiyê xwe dixebitînin nahêlin valayiya heyî bandorê li hizir, raman, beden û hestên wan bikin. Jixwe Rêber Apo ne mirovekî asayî ye. Lê divê em ji bîr nekin ku ew jî zarokê xaka Mezobotamya ye û zarokên vê xakê fêrî jiyana di nava çar dîwaran de nebûne. Zarokên vê xakê çiyayî ne û ruhê wan azad tê dinê. Ti kes nikare ruhê wan bike neva çar dîwaran. Eger 20 sal in birêz Rêber Apo di nava çar dîwaran de li ber xwe dide û bi ti awayî paş ve gavê naavêje, ji mirovên derve pirtir tama azadiyê digire û bi ruhekî azad dijî. Her kes nikare bibe Rêberê gelan. Gelek kes dibin serokên demekê lê nikarin bibin serokên dîrokî. Lê hin mirov dibin serokên dîrokî û Rêberên gelan.