Sîpan ŞÎNDA
Kirasê fihêtê, kirasekî gelik stûre û qayîme. Fihêt, ango şerm, evî kirasî li hemi kesan dike. Serm, sîwana civakê ya danî li ser serê mirovane. Ne ji bo tavê yan baranê, ji bo kesan her tim di tixwîbên pergala xwe de bihêle. Ev sîwan giyanê mirovan her tim di bin siya xwe de dihêle.
Gelo ev çi kirase civak li kesan dike? Yan ji çima vî kirasî li kesan dike? Gelo ma civak mecbûre bi vî kirasî jiyana kesan evqasî teng û dorpêç dike? Çima civak nahêle kes ji xwe re azad û li gor dilê xwe bijîn? Dibe kû hûn bêjin ma ev ji pirsin! Raste, pirsên hêj ecêbtir ji hene kû mirov bike, lê niha hewce nake. Sînorên jiyana civakê tengin. Lêbelê tixwîbên jiyana kesan nîne. Kes her û her dixwazin bê sînor bijîn. Civak ne tenê sînoran ji kesan re teng dike. Herwaha tehmêla kirin, yan ji lebatên ji derveyî sînorên xwe ji nake. Fihêt weke berevanê sînorên civakeye. Dema kesek yan ji kesin hewl dan kû pê li wan sînoran bike, şerm weke ewrekî reş û tarî dikeve li ser serê wan. Sikandin yan ji qetandina qalibên civakê danîne, ne hêsaniye. Ji ber kû civak pergaleke û dema yek bixwaze derkeve ji derveyî sînorên vê pergalê bi hemû alavên pergalê êrîşî li ser wan dike. Gelo çima kes li hemberî civakê evqasî qelsin? Ma çi rê û rêbazên wan yê xwe li hemberî vê pêstûriya civakê biparêze nine? Civak pergaleke. Me got fihêt ji berevanê parastina vê pergalê ye. Mixabin çi berevanên kesan yên wisa nînin. Di nava pergala civakan de, dewletan de zagon hene. Desthilatdar bi riya van zagonan desthilatdariya xwe bi rêve dibin. Ev zagon ji qedexeyan didane. Sînoran ji bo kesan didane û tixwîbê jiyana wan teng dikin. Lêbelê tiştên qedexe di nava civakan de tu caran nakevin pêşiya tiştên “fihêt”. Kirasê şermê, her tim ji pêşiya zagon û qedexeyan tê. Ji ber kû civakê “fihêt” êxistiye di nava rih û mejiyê kesan de. Civakê kesayetiya kesan dagir kiriye. Tişta kû civak fihêt dibîne tu kes newêre yan ji bi xwe re nabîne li hember derbikeve. Ew bi xwe êdî hewl nadin kû bidin li ser avdê civakê. Ji ber kû êdî ew ji xwe “şerm” dikin! Ji ber gelik kiryarên xwe êdî kes şermê ji xwe dikin. Derew ne tiştekî qedexeye. Lêbelê tiştekî fihête. Dema yek derewekê bike tu kes wan nake di nava zindanê de, lêbelê ew ji ber derewa xwe dikevin di nava “kirasê şermê” de! Fihêt, gelik caran tiştên di xwezaya kesan de heyî têxe di nava kirasê xwe de. Ji ber wê jî bivê nevê kes ji xweza xwe dûr dikevin. Lê ya rast ji civakê re xweza kesan ne girînge. Ji bo domandina pergala civakê çi pêwîste wê ew bê kirin. Pirrê caran kes di nava xwe de li hemberî vê pergala şermê tekoşînê dikin. Lêpirsînê di nava xwe de dikin. Dibêjin çima ev pergala henê min evqasî têxe di nava sînorên teng de? Yan ji çima lebatên min ji aliyê pergalê ve evqasî tên asteng kirin? Çima ez ne li gor viyana dilê xwe, lê gor viyana dilê pergala fihêtê dijîm? Gelo ji bona mirov bikare di nava civakê de bijî, ma mirov mecbûre vî kirasê şermê li xwe bike?