Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ma stranên me ji dilê gel re dibin hêvî?

28/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ma stranên me ji dilê gel re dibin hêvî?
Share on FacebookShare on Twitter

Hozan Seyîdxan

Qada mûzîk û stranê ji hestên kurde wariyê re îfade ya herî bihêze û di qada cand û hunerê de ciyekî girîng digire. Eger stran di çarçoveya ziman,naverok,muzîk,bikaranîna enstrumentan li gorî pîvan û forma deng bê amadekirin,hingê ew stran dikare bibe sedema rakirina raperînê.Ji civakêre dibe berhemik bi wate.
Tê zanin ku di vê qadê de stran û muzîkên ku ji destpêka tekoşînê de ku taniha hatine çêkirin , hetanî îroj li ser zar û zimanê civakê zindî mane.Di zimanê dilê gelde hêvî jînkirine.Ango berhemên bi bandor ku qed nayêne jibîrkirin hatine afirandin.
Dikarim bi bêjim di pêvajoyên tekoşîna şoreşê de gelek stranên şoreşgerî,surudeyan û stranên dengbêjiyê liser civakê û takeyên civakê bandorik mezin çêkirine.
Îro Eniya şoreşê ji doh pirtir mezin û ferehtir bûye,derfet ji afirandina stranê re ji doh pirtir û baştir çêbûne.Mixabin, rixmî va pêşketinan demik dirêje di qada muzîk û stranê de xitmandin,xwe dubarekirin,texlît kirin û kopîkirinek bê ser û ber dinava aloziyêde dice.Ji ber ku liser bingeha avakirina stranê û muzîkê lêhurbunek nujen nayê çêkirin,strana nujen ya bi hêz jî dernakeve.
Êdin rewşik neyinî ru daye ku (Her kes buye ziman zanek,helbestvanik, stranbêj,her kes bûye Hozan.)Ev tevlîheviyeke bê ser û bine.Bi gotinekdinê raste dinav civaka mede deng xweş pirin.Lê nayê zanîn ka sedema deng xweşiya kurdan ji ku tê.Ev rewş encex pîsikolog an jî sosyolog dikarin nav lê bikin.
Helbet na yê înkarê,divê qadê de hin xebatên baş û berhemên baş derketine.Di ber cêkirin û afirandina stranê de ked jî tê dayîn.Lê ji wan berhemê ku hatine çêkirin,naveroka stranê ne diyare,zimanê wê şikestiye,ji rêzikên bê wate hatine hunandin.Başe ciqasî ji hest û zimanê dilê gelre,ji jiyana şoreşgerî re bûne bersiv?Gelo ew stran çuqasî tên famkirin, çuqasî dilê civakêde cî digire, çuqasî mirovan şaa dike, çuqasî bi mirovan re hizkirin û sewdaya azadiyê peyda dike, çuqasî bi zimanik resen,hevokên bi wate û zelal şehîdan, şoreşê,raperîn û serhildanan,şervan û gêrîllayan di stranê de tînine ziman? Ev xala bi xwe jî hêjaye bê nirxandin.
Hemû kes dizane,stran mîna ava zelale,ji ber ku xîtabî hest û dilan dike,huneriye.Ji ber ku zimanê stranê têr û tuje ye mirovan şaa dike,didê giryandin,radike serihildanê,radike govendê.ango stran civakbûyîn bixwe ye.
Lê mixabe îro stranên têne çêkirin,ango derketine ji rastiya hunerê durin.Di bingeha va lawazî û pirsgirêkande rola hunermendan pir mezine.Eger hunermend xwe ji rastiya ramanê,bîrdozîyê dur bixe di encama afirandin û hilberîna wî de stranek bi bandor,tekstik fesîh bi hêz,qilîbek zelal û xurt jî wê neyê afirandin.
Li jor me qala destkeftiyan kiribû. çi li welat û derveyî welat bidehan dezgeyên çandê û hunerê hatine sazkirin.Ji bo hunera stranê û stranbêjî pêş bikeve,ji bo ku berhemên bi qalîte bêne afirandin,pêwiste kesê bi stranêre û stranbêjiyêre têkildare û dixwazin karê hunerê bikin berê xwe bidine wan dezgeyan,derfetê perwerdeyiyê,xwe jinuh de avakirinê li wire.Riya stran û mûzîka nûjen di ronakbiriyê re derbas dibe.Bi va hêvî û daxwazan çav li rê ye ku hunermendên kurd,wê bi afirandina berhemên nuh û xurt ji civakêre û ji şoreşê re bibin bersiv.û nav û dengên wan ji gel û dîrokê re bimîne. Em jî bi stran û berhemên wan şa bibin.

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.