Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
Share on FacebookShare on Twitter

Azadî Helebce

Rêber Apo dibêje ku şoreşa jin di nav de nebe, ne mimkun e bi ser bikeve. Eger şoreş bi pêşengtiya jin be mînaka wê ya herî berbiçav şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev şoreş weke şoreşa jin hatiye naskirin. Jin di vê şoreşê de bi roleke pêşeng rabûye. Di hemû qad û saziyên eskerî, civakî, siyasî û hwd. de jin cih digirin. Jinên ji bo bidestxistina azadiyê di nav berxwedanê de, li hember her zahmetiyê têkoşînekê bêhempa dimeşînin.

Ev meş jî bê berdêl nabe. Ji dayika Gulê Selmo ya li Helebê di êrîşa çeteyan de şehîd bû heya şehîdên weke Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr, Jiyan Tolhildan, Rîhan Amûdê û bi sedan şoreşgerên ji bo şoreşa jinê bigihînin serkeftinê ji bedena xwe parçe dane bûne gazî û birîndar hene.

Gaziyên şer ji bo di mijara jineolojiyê de -ku Rêber Apo jî pir girîngiyê didiyê- xwe bêhtir serwext bikin pêşniyara perwerdeyekê kiribûn. Ev pêşniyar ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi erênî hat qebûlkirin. Di navbera 6-8’ê Gulanê de bi tevlîbûneke zêde ya gaziyên şer ên Kurd û Ereb perwerdeya jineolojiyê hat dîtin. Perwerde ji aliyê endama Akademiya Jineolojiyê Roza Hesekê ve hat dayîn.

Di roja yekem a perwerdeyê de mijarên weke “Çima jineolojî? Armanc ji jineolojî çi ye? Rêber Apo çawa nêzî mijara jinê dibe?” hatin nirxandin û nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku Rêber Apo di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de pêşniyara jineolojiyê kiribû.

Her wiha hat diyarkirin ku cara destpêkê fermandara gerîla û endama PAJK’ê şehîd Leyla Agirî li çiyayên Kurdistanê dersa jineolojiyê daye gerîlayên azadiyê û ev xebat piştre li hemû qadên cîhanê belav bûye. Di roja yekemîn a perwerdeyê de têkildarî kar û xebatên jineolojiyê jî sînevîzyonek jî hat temaşekirin.

Di roja duyemîn de jî perwerde bi pirs û nîqaşên têkildarî “azadî, pîvanên jin û mêrê azad çi ne?” berdewam kir.

Rojeva roja sêyem a perwerdeyê jî hevjiyana azad bû. Heman rojê li ser mijara wateya hezkirinê jî hat rawestîn. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku hezkirin di heman demê de lêgerîneke azadiyê, domandina şopa Rêbertî, şehîdan û gihiştina armancên azadî û wekheviyê ye. Her wiha nirxandinên Rêber Apo ên têkildarî hevjiyana azad jî hatin xwendin.

Gaziyên şer ên tevlî perwerdeyê bûn diyar kirin ku di van sê rojan de asoya wan berfirehtir bûye. Tiştên ji perwerdeyên bi vî rengî yên îdeolojîk werdigirin wê bixin xizmeta şoreşê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.