Dîlan Mulhim\Qamişlo
Jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku Rêber Apo jin ji koletiyê rizgar kirin, herwiha jina Kurd vîna xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye û wiha gotin: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîst e ku em xebatên xwe berferhtir bikin, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”
Weke tê zanîn Rêber Apo di 27`ê Sibatê de bangeke dîrokî ji bo aştî, çareseriya doza gelê kurd û tevahiya gelên herêmê kir. Herwiha ruxmî hemû hevdîtinên ku têne kirin, lê heta roja îro mafê hêviyê pêk nehatiye .Dewleta Tirk a dagirker ji aliyê xwe ve tu gav neavêtin û êrişên wê berdewamin. Di derbarê vê mijarê de jinên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em ê her roj çalakiyan li dar bixin’
Jina bi navê Wetha Xanîka da zanîn ku ew ê her roj çalakiyan li dar bixin heta ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe û wiha got: “Ruxmî hemû hevdîninên ku tên kirin, lê heta roja îro mafê hêviyê pêk nehatiye, ji aliyê deweleta Tirk a dagirker ve tu gav nehatine avêtin. Li hemberî wê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistan berdewam dike .Ev yeke diyar dike ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku aramî li herêmê pêk were, deweleta Tirk a dagirker dixwaze ku aşitî û destkeftiyên herêmê têk bibe. Cîhan bi tevahî dewleta Tirk dibîne ku van êrişên xwe pêk tîne û li hemberî vê yekê bê deng e. Em weke jin pêwîst e ku em rojan e li meşan û çalakiyan bin ji bo em Rêber Apo fîzîkî azad bikin. Ji ber ku bi saya Fikir û felsefeya Rêber Apo jin gihaye asta roja îro ku li tevhiya qadan de cihê xwe girtî ye û pêşengtiya civaka xwe dike.”
‘Em ê heta dawiyê li ser şopa Rêber Apo bin’
Wetha Xanîka eşker kir ku Rêber Apo ew ji koletiyê rizgar kirin û wiha berdewam kir: “Weke tê zanîn ku jina Kurd vîna xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye. Rêber Apo piştgirî da doza jin û ji koletiyê hate rizgar kirin, Rêber Apo rê li pêşiya me vekir ku em mafên xwe bidest bixin. Herwiha em şargirtên Rêber Apo ne, ji erka me ya bingehîn e ku berxwedaniyê ji bo azadiya fîzîka Rêber Apo bidin meşandin. Herwiha heta misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, em ê heta dawiyê li ser şopa Rêber Apo bin.”
‘Ji bo azadiya fîzîk a Rêber Apo pêwîst e ku em xebatên xwe berferh bikin’
Jina bi navê Eqlîma Hisên da anî ziman ku ew ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin û wiha got: “Civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî binpêkirinên li dijî Rêberê gelê Kurd Rêber Apo paşguh dikin. Êdî ji van siyasetên çewsînê re bes e, pêwîst eRêber Apo demildest bê berdan. Xebatên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne kirin têrê nakin û ne di asta ku tê xwestin de ye. Xebatên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîna kêm in, ji me tê xwestin ku em xebatên xwe berferhtir bikin, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”
‘Pêwîst e em asta têkoşînê bilind bikin’
Eqlîma Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo nêrîna civakê derbarê jinan de hatin guhertin. Lewma jin îro dikarin birayara xwe bi vîna xwe bidin û rola xwe ya avakirina civakan pêk bînin e. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em asta têkoşînê bilind bikin, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Herwiha em ê heta ji bo pêkanîna azadiya fîzîk ya Rêber Apo têkoşînê bikin.”