Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
in NÛÇE
A A
Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi durşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Zimanê Kurdî meşek li dar xistin.

Îro şîniyên Kurd ên bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Roja Zimanê Kurdî meşek li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Meş bi beşdarbûna şagirt, mamoste, rewşenbîr, jin û kalemêrên Kurd, herwiha gelek nûnerên Rêveberiya Xweser û navendên çandî hat lidarxistin.

Meş ji Dibistana Şehîd Elmaza Xelîl a li Taxa Aşûriyê dest pê lir, heya pêşiya Stada Heysem Kiço hat domandin û bi dirêjahiya meşê, şîniyan siloganên weke ‘Ziman hebûna me ye û bê ziman jiyan nabe’ digotin.

Dema ku meş veguherî mîtîngê, li ser sirûda navnetewî ya Ey Reqîb her kes tevlî xuleka rêzgirtinê bûn. Piştre jî li ser dengê def û daholan, stranên girêdayî zimanê Kurdî hatin gotin.

Herwiha daxuyaniyek ji hêla Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ve bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.

‘Zimanê Kurdî derbasî qonaxekî nû bûye’

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doza zimanê Kurdî derbasî qonaxeke nû bûye û wiha hat nirxandin: “Em îsal bi kêf û coşeke gelekî mezin, Roja Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê pêşwazî dikin û ji niha ve vê roja dîrokî, li gelê xwe pîroz dikin. Ne tenê em, belê hemû têkoşer û azadîxwazên doza Kurdistanê ku ji bo vê dozê têkoşiyane, li benda vê kêliyê bûn. Hevdemî van guhartinên ku li herêmê rûdidin û bi saya keda bênavber a şehîd û xebatkaran, îro doza neteweya me derbasî qonaxeka nû bûye, êdî dem hatiye ku destkeftiyên şoreşa me bên misogerkirin. Destkeftiyeke herî pîroz jî ku dixwazin mayînde bihêlin, mafê bikaranîna zimanî ye ku nirxekê Kurdan ê herî bilind e û divê di destûrê de bi fermî bê naskirin. Herweha pêwîst e ji ber salên tunekirin û qedexekirinê, ji hemû hêlan ve bê qerebokirin.”

‘Bila hemû rojên me rojên zimanî bin’

Di berdewmaniya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bila hemû rojên civakê rojên zimanî bin û wiha bilêvkirin: “Di vê sala dîrokî û qederguhêr de, em hemû şehîdên doza azadiyê û tevaya xebatkarên Kurdiyê bi rêz û minet bi bîr tînin. Em herweha bang li civaka xwe dikin ku bi vê boneya pîroz, Roja Zimanê Kurdî, xwedîtiyê bike û tev lê bibe. Bila hemû rojên me rojên zimanî bin, barê zimanê xwe divê em bi hevre rakin.”

’Ji niha ve em ê dest bi çalakiyên pîrozbahiyan bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de eşkere bû ku wê ji niha ve çalakiyên pîrozbahiyê ji bo Roja Zimanê Kurdî bên destpêkirin û wisa hat gotin: “Ji ber ku saleke taybet e, em ê li gel hemû saziyên perwerdeyê yên Rojavayê Kurdistanê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji niha ve dest bi çalakiyên roja zimanî bikin ku van kêliyên dîrokî bi hev re vejînin.”

Meş bi dîlan û gotina stranên Kurdî ji hêla ciwan û şagirtên Kurd ve bi dawî bû.

 

Post Views: 104
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.