Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
in JIN
A A
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

11’ê Gulana 1992’yan fermandar û qehremana Kurd Mizgîn (Gurbet Aydin) li gundewarê Tatwan a girêdayî herêma Xerzanê di encama xiyaneteke tarî de ku leşkerên dagirker cihê lê dimîne dorpêç dikin, hevrê Mizgîn heya guleya xwe ya dawî li ber xwe dide û tevlî karwanê nemiran dibe. Şehadeta fermandar Mizgîn ji her kesî re bû cihê xemgîniyeke gelekî mezin. Li pey şehadeta jina şoreşger û efsanewî Mizgîn gelek şêrejin û keçên çeleng berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û navê xwe kirin Mizgîn. Gelê herêma Tatwanê piştî şehadeta qehreman Gurbet Aydin, bûn welatparêzên herî ji dil û piştgiriya gerîlayên çiyayî kirin. Fermandar Mizgîn bi zanebûn, sebir û insiyatîfa xwe dihate naskirin. Gelekî jî xwedî dengekî zelal û xweş bû. Mizgîn fermandar û hunermend bû. Ji wan hevalên jin bû yên di salên 1980’yan de beşdar bibûn. Li cih û qadên herî zor û zehmet têkoşîneke herî giranbuha meşand. Heval Mizgîn fermandar û lehenga azadiyê ye.

Fermandar Mizgîn li herêma Mêrdînê, li cihên şert û mercên herî giran cihê xwe digirt û ji wir derbasî cem Rêber Apo dibe. Perwerdeyê dibîne û piştî wê derbasî qada Ewropayê dibe. Rêber Apo hevala Mizgîn erkdar dike û weke rêvebera tevgara jin ji bo pêkanîna Kongreya YJWK’ê dişîne welatên derve. Pêşenga jin Mizgîn di wê kongrê de bi roleke pir xurt radibe û weke pêşenga Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan tê erkdarkirin. Dema vedigere Rojavayê Kurdistanê careke din Rêber Apo, hevala Mizgîn erkdar dike û dişîne herêma Xerzanê. Hevala Mizgîn  hem di rêveberiya eyaletê de cih digire, hem jî di nav gel de xebatan dimeşîne.

Gelê herêmê gelekî ji hevala Mizgîn hez dikir û pê bawer bû. Lê xiyanet careke din serê xwe radike û dibe sedema şehadeta hevrê Mizgîn. Dema hevala Mizgîn derbasî gundekî dibe ji milê kesên xayîn ve agahî ji dijmin re tê dayîn û dijmin dora mala ku fermandar Mizgîn lê dima dorpêç dike. Hevrê Mizgîn ji dayika malê re ya du zarokên wê hene re dibêje: “Ez pir baş dizanim ku wê dijmin dev ji me bernede. Ti zarokên xwe bibe derve, da ku hûn neyên kuştin. Her çiqasî dayik qebûl nake jî fermandar û leheng Mizgîn wê îqna dike û dişîne derve. Hevrê Mizgîn ji bo nekeve destê dijmin çalakiya fedaî pêk tîne.

Qehreman û şêrejina Kurd Mizgîn bi wêrekî û çelengî gihişt şehadetê. Ew ji bo me bû pêşeng û xwedawend. Heval û fermandar Mizgîn jineke jîr û jêhatî bû. li her cihê ku derbas dibû bi reng û dengê xwe weke jineke fermandar û jixwe bawer beşdarî nav kar û xebatên têkoşînê dibû.

Fermandar û qehremanên weke Mizgîn qet namirin û her di dil, ruh û fikrên me de wê bijîn û wê her hebin. Em hemû şervan û şagirtên xwedawend Mizgîn in. Em soz didin tola Mizgîn û tevahî şêrejinan rakin, hedef û armancên wan pêk bînin.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.