Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
in NÛÇE
A A
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Rêveberiya Dibistanên bajarê Dêrik, Yekîtiya Mamosteyan û Saziya Zimanê Kurdî  bi dirûşmeya ‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’ li bajarê Dêrikê meşek li darxistin.

Bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Rêveberiya Dibistanên bajarê Dêrik, Yekîtiya Mamosteyan û Saziya Zimanê Kurdî  bi dirûşmeya ‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’ li bajarê Dêrikê meşek li darxistin. Di meşê de hemû endam û mamosteyên dibistanan hazir bûn.

Meş ji pêşiya Meclisa  Malbatên Şehîdan bi dirûşmeyên ‘Ziman Rûmeta me ye, zimanê me nasnameya meye’ dest pê kir û li pêşiya çerxereya Şehîdan veguherîn mîtîngê.

Di destpêkê de hemû kesên başdarê meşê bûbûn bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê ev roja pîroz diyarî hemû şehîdan hat kirin.

Di berdewamiya meşê de daxuyanî ji bo 15’ê Gulanê hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser kêf û coşa xwendekaran ku gelekî mezin e, roja zimanê kurdî pêşwazî dikin û ji niha ve vê roja dîrokî, li gelê xwe pîroz dikin. Ne tenê ew, belê hemû têkoşerên û azadîxwazên doza Kurdistanê ku ji bo vê doze têkoşiyane, li benda  vê kêliyê bûn. Hevdemî van guhertinên ku li herêmê rêdidin û bi saya keda bênavber a şehîd û xebatkaran, îro doza neteweya me derbasî qonaxa nû bûye û êdî dem hatiye ku destkeftiyên şoreşa me bên misoger kirin. Destkeftiya herî pîroz jî ku nirxên kurdan ê herî bilind e û divê di destûrê de fermî bê naskirin. Her wiha pêwîste ji ber salên tunekirin û qedexekirinê ve ji hemû hêlan ve bê qerbûkirin.

Di berdewamiya daxiyaniyê de wiha hat gotin: “Di vê sala dîrokî û qedirbşha  de, em hemû şehîdên doza azadiyê û tevaya xebatkarên kurdiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em her wiha bang li civaka xwe dikin ku li vê boneya pîroz, roja zimanê kurdî, xwedîtiyê bike û tevlî bibe. Bila hemû rojên me rojên zimanî bin, barê zimanê xwe divê em bi hev re rakin. Ji ber ku saleke taybet e, em ê li gel hemû saziyên perwerdeyê yên Rojavayê  Kurdistanê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê , ji niha ve dest bi çalakiyên roja zimanî bikin ku van kêliyên dîrokî bi hev re vejînin.”

Di dawiya meşê de helbesta ku Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji bo zarokan şandî hat xwendin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.