Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serekçete Erdogan û dewleta Elman

28/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Serekçete Erdogan û dewleta Elman
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Şerê li dijî DAIŞ’ê didome û rojane dever têne rizgarkirin, herêm ji terorê tê paqijkirin û sivîl tên rizgarkirin. Ji kobanê heta Minbic,Tebqa, Reqa û niha jî li Dêrezorê şerê li dijî van çetan bi pêşengiya Ciwan û hêzên kurd tê kirin.
Li gelek welatên Ewropa ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê ku şervanên YPG û YPJ’ê li kobanê da destpêkirin ew bi heyecanekî mezin ji aliyê hemû civakên cihanê ve hatin destekkirin.
DAIŞ’a ku hemû welatên Ewropa ji terora wê ditirsin û ji bihistina navê wê diketin nava xofê îro li hemberî vê terorê û ji bo dawî li wan were çi destekê didin şervanên kurd.?
Ji destek dayîna Ewrûpa ji bo hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin zêdetir em bala xwe didinê ku belgeyên têkiliya gelek dewletan a çawa bi DAIŞ’ê re dibin desteke derdikevin..
Ji xwe rojane çeteyên biyanî yên ji gelek welatên Ewrûpa yên cûda ku ji aliyê QSD’ê ve tên dîlgirtin jî rastiyeke ku heye derdixe ber çavan. Çiqas ku ev dewlet bibêjin ew hemwelatiyên wan bê agahî û ji derveyî îradeya wan tevlî DAIŞ’ê bûn nayê bawerkirin û wê neyê bawerkirin.
Beriya çend rojan belgeyeke ku ji aliyê telefizyoneke fermî ya Almanî ZDF’ê ve hatiye weşandin, behsa yek ji sîxurên Istixbarata Almaniya dikir ku çawa zarokekî 16 salî tevlî nava DAIŞ’ê kiriye û ji bo wî bilêta balafirê qutkiriye û pere jêre peydakirine ji bo ku tevlî DAIŞ’ê bibe.
Ger ku ev hinceta wan heye çima li hemberî vê tedbîr nayên girtin.
Ji tedbîran wêdetir yên ku DAIŞ xwedî kir û heta niha bi sedan belgeyên têkiliya wan û DAIŞ’ê derketin û li wir bi dehan baregehên perwerdekirin û rêxsitinkirina DAIŞ’ê hebûn yanî dewleta Tirk a ku niha jî yekser nûnertiya bermahiyên DAIŞ, cibhet El-nusra û hwd komên çete yên li Idlibê dike çima peywendiyên xwe pêre wekî welatekî yasayî dewam dikin.
Bi taybet ya ku herî zêde peywendiyên xwe bi dewleta Tirk ya ku nûnertiya çeteyan dike û Erdogan bi serçetetiya vê rêjîma faşist û DAIŞ’ê dike didomînin.…
Îro Erdogan li Almaniya tê pêşwazîkirin. Civaka Alman, kurdistaniyên li wir û hin parlementer û endamên partiyên çep û demokrat li hemberî vê serdanê derdikevin û qebûl nakin ku Dîktetorekî bi vî rengî li welatê wan were pêşwazîkirin. Kampaniya “hey Erdogan tu ne bixêr hatî” tê lidarxistin.
Li vir pirs ew e, hikumeta Alman çiqasî li dijî DAIŞ’ê ye, ger li dijî DAIŞ’ê ye çima serkêşê wê Erdogan bi vî rengî pêşwazî dike. Ger ku ji tirsa serê xwe ya ku AKP’ê pêla koçberiyê û çeteyan ber bi wê ve bişîne serekçete Erdogan pêşwazî dike çima çekan difroşe Dewleta Tirk û dizane ku bi van çekan gelê kurd yên ku DAIŞ têk bir tê kuştin.
Bi van çekan niha dewleta Tirk komên çete ku xeteriya wan li ser hemû cîhanê heye diparêze wan hîne mezin dike..
Ji bo vê yên ku dixwazin DAIŞ û komên din ên çete tune bikin dive çavkaniya wê biruxînin. Ne ku wan bi merasîmên leşkerî pêşwazî bikin û li hundir qesran bi wan re peymanan çêbikin.
Îro xwanrêj û serekçete Erdogan li Almaniya tê pêşwazîkirin. Û her wiha li Rûsiya jî lihevkirin pêre tên kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.