Mihemed ŞAHÎN
Obrador û Erdogan du serkomar, yek çepgir, yek olperest û rastgir.
Obrador ji bo gelê xwe fedekarî dike, saltanata xwe ya heyî di oxira gelê xwe de tune dike.
Erdogan ji gel fedekarî dixwaze û li ser fedekariya gelê xweyê xizan û belengaz saltanata xwe ava dike.
Meksîka li bakurê Emerîkayê bi erdnîgariya xwe sê carî ji Tirkiyê mezintire, serjimara hemwelatiyên wê 120 milyone. Aboriya wê 15 emîn mezintirînê cîhanê ye. Tê payîn ku hetanî sala 2050’yan di nava 10 aboriyên herî mezin yê cîhanê de cih bigre.
Di 1’ê Tîrmehê de li Meksîkayê hilbijartinên serokomariyê pêk hat. Namzetê çepgir Andres Manuel Lopez Obrador di pêvajoya hilbijartinan de polîtîkayên rêveberiyên beriya xwe hemû bi bêsexbêrî û bi bêedaletiya aborî tewanbar dikir. Obrador bi propoganda xwe ya “wê dawî li bêsexbêrî û li bêedaletiya aborî were” bi rêjeye 52.97 biserket.
Obrador çewa dest bi kar kir, weke ku soz dabû biryarên xwe yên sexbêriyê xistin meriyetê. Di serî de Mûçe yê xwe yê mehane nivî kêm kir û ji bo pêkanîna edaleta aborî ya civakê berê xwe da dewlemendên kû li gel xizaniya gel di nava jiyaneke lûks de dijîn.
Obrador di çarçoveya plansaziya xwe ya sexbêriyê de biryara firotina balafira lûks a ku beriya wî ji serokomariyê re hatiye kirîn. Lewre di rêwîtiyên xwe de balafirê serokomariyê bikarnayne. Dema diçe ciheke dûr wekî yekê ji gel li balafirên bi tarîfe siwar dibe.
Çend roj berê dema ku ji bajarê Oaxaca’yê wê biçe Mexico City’ê di balafirgehê de bi qasê sê saetî li benda balafir disekine. Rojnameger jê dipirsin, waye balafira serokomariyê heye tu çima wê bikar naynî? Obrador dibêje; “aboriya civakê nebaşe û civak dinava xizaniyê de dijî, ezê çewa bê şerm û bê fedî li balafirê serokdewletiyê lûksê buhaya wê 218 milyon dolarî siwar bibim.”
Di 24’ê pûşperê de li Tirkiyê jî hilbijartinên serokomariyê pêk hat. Li Tirikiyê Erdoganê rastgir li ser referansa ola îslamî bi siyaseta xwe ya “xwecihî, netewperwer û gelparêz” ê ku 16 sale desthilatdare bi rêjeya 52,59 careke din biserket.
Desthilatdariya Erdogan bi bêsxebêriya xwe ya 16 salî civakên Tirkiyê bi qeyrana anborî û xizaniyê re rûbirû hişt. Qeyrana ku aborîzanan digotin waye tê piştî hilbijartinan weke kabûs li ser gel rûnişt û gel xizaniya dijwar re rûbirû ma. Ji ber xizaniyê xwekujiyan dest pêkir. Li gel xwekujiyan dîsa jî serokomarê Tirk her roj ji gel alîkarî û fedekarî dixwaze. Lê fedekarî û sexbêrî qet û qet nakevin bîra serokomar û hikûmeta wî. Ew ne fedekarî dikin û ne jî dev ji bêsexbêriya xwe berdidin.
Li gel qeyrana aborî û xizaniya gel Erdogan balafira herî lûks û herî buha yê cîhanê yê 500 milyon dolarî kirî û hêjmara fîloya xwe ya hewayî ji 15’yan derxist 16’yan. Niha di fîloya Erdogan a hewayî de 13 balafir û 3 helîkopter hene. Mixabin, weke ku li welatê wî qeyran tunebe, weke ku qeyran ne pirsgirêka wî be û weke ku gel neçare ji bo lûksa wî fedekarî bike tevdigere.
Li gel fîloya hewayî fîloya Erdogan a bejahî jî bi nav û denge. Li gorî daneyên 2017’an fîloya Erdogan a bejahî ji 268 wesaîtên ji her cureyên herî giranbuha pêk tê. Mînak; 2 lÎmûzîn, 14 jîpên 4×4 ên zirxî, 6 ambulans, nizanim çend Mercedes S600 ên zirxîyên ku yeka wan 1,5 (1 mîlyon û 500 hezar) dolarî hene. Yek bi yek bi rêzkirinê naqedin.
Belê du serokomar hene, yek hewl dide bi sexbêriyê xizanî û bêedaletiya aboriya ku beriya wî çêbûye ji holê rabike, yê din jî piştî saltanata xwe ya 16 salî civak bi qeyran, xizanî û bêedaletiya aborî û civakî re rû bi rû hiştiye û di bêsexbêriya saltanata xwe de israr dike.
Gelo serokdewletê Meksîkayê Obrador, xwecihî, netewperwer û gel parêze, an Erdoganê ku 16 sale di bin navê îslamiyetê de bi siyaseta xwe ya qaşo “xwecihî, netewperwer û gelparêz” ji bo avakirina saltanata xwe civakên Tirkiyê roj bi roj ber bi rojên reş ve dibe xwecihî, netewper û gelparêze?
Gelo kî gelparêz, kî saltanat parêze?