Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îmrali islahat plani=Tecrîd

25/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gramera faşîzma Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Têkiliya tecrîda li Imralî û siyaseta li ser Rêber Abadullah Ocalan, ji wateya “tecrîd”a di ferhengan de cûda ye… Tecrîd, di ferhengan de, kêm zêde, “tenê hiştin, ji her tiştî bêparkirin e”. Yanî îzolasyon e!…
Lê tecrîda li Imralî, ji vê wateyê gelekî cûdatir e.
Dewleta AKPe, bi tecrîdê, gelê Kurd “mahkumî” qirkirinê kiriye. Mahkumiyeta tunekirina gele’kî ne destînî ye, ne jî “mahkumkirina dîrokê” ye. Despotîzm e, faşîzm e. Di şerê 2. yê cîhanê de faşîzm hatiye mahkum kirin, mixabin, îro li Kurdistanê feşîzma reş heye.“Şarq Îlahat Plani”, senteza faşîzma Îttîhadî û Tirk-Îslam e. Ev plan bû bingeha rêxistinîkirina faşîzmê û wek rêbaz-peyrewa qirkirina gelê Kurd bû.
Êdî “sahîh”e, tecrîda li Imralî jî, “Şarq Îslahat Planê” îro ye. Em dikarin sazîbûna faşîzma dewletê, bi gotina “Imralî Islahat Plani” bi nav bikin. Planê Şerq Islahatê, berhemê hişmendiya desthilatdariya komarê bû; lê “Îmralî Îslahat Planî”, berhemê hevpar e, para komplogerên navneteweyî jî, di vî planî de heye. Tecrîda li Imralî, “di pirsgirêka Kurd de, bûye peyrew-rêbaza Tirkiyê.”
Şarq Islahat Plani jî; “Di pirsgirêka Kurd de, rehbera Komarê” bû. Ev gotinên Înonî ne. Dubirakên faşîst Erdogan û Bahçelî jî, gelek caran di rengên cûda de ev gotin dubare kirine. Em bêjin; Emerîka, Yekîtiya Ewropa jî di tecrîdê û planê tunekirina Kurdan de gunehkar in. Tirkiyê pêşengîtiya paşverûtiya cîhanê dike; li hemberî ola îslamê îxanetkar e. Îslamiyeta Muawiye û kurê wî Yezîd bijartine; ev jî îxaneta li 4 mercên bingehîn yê Îslamê ye. (Adalet, emanet, ehliyet, maslahat û meşwer.) Ligel çeteyên DAIŞ û El Nusra, îslama rast zincîr û lele kirine.
Îranê jî îxanet li Cenabê Huseyin kiriye, nirxê hevpar yê mirovahiyê “Kerbela” kuştiye. Tirkiye û Iranê, bi çerxa netewe-dewletê, gelan tune dikin. Li hundir û derveyî welat, gelan qir dikin. Kesên dikujin jî misilman in. Ev jî îxaneta li hemberî Qur’anê ye.
Dewlet, êdî ne pîroz in, ne şecera exlak in, gel jî, neşîdeyên pîroz jî wan re nalorînin. Dewlet, li hemberî gelan, tevn û xefka herî dijwar in. Bûne geliyê girî û derya fetisandinê.
Cellad Erdogan jî, mirina zarokên xelkê, bi “mertebeya pêxember” paydar dike; lê ne zarokên xwe, ne jî yên xizmên xwe bi vê paydariyê şerefyab nake.
Piştî van çend gotinan, wateya “tecrîd” û “Îmralî Islahat Plani” baştir tê fêm kirin. Ji ber ku, di sedsala me de, Birêz Ocalan, hem hiquqê xwezahî, hem hiquqê pozîtîf ji nû de nirxand û di demokrasiya rast-radîqal de, bêyî desthilatdariyê, guhertina cîhanê kire rojevê.
Bêguman, feylesofên ku ev mijar girtine dest hene; lê yekemîn mirovê ku ev mijar, di pratîk û teoriyê de ligel hev meşandiye Ocalan e.
Armanca Ocalan, di sedsala 21. de bêyî desthilatdarî, bêyî dewletbûnê, bi têkoşîna şoreşgerî, di kesayeta gelê Kurd de, guhertina cîhanê ye. Guhertina statukoparêziya netewe-dewletê, ya nijadperestiyê û berterefkirina faşîzmê ye. Eger paradîgmeya Ocalan serbikeve, wê çavkaniya faşîzmê werê çikandin, binê bîra ku ava faşîzmê dihincê werê çikandin.Bi taybetî di cîhana îslamê de, ne çeteyên DAIŞê dimînin, ne kontratiya Tirkiyê, ne mollatiya Îranê dimîne.
Çawa ku, şoreşa herî mezin ya cîhanê endustrî, bextewarî neda mirovahiyê û hêviyên komên xelkê şikandin; mixabin, têkçûna Yekîtiya Sowyetîstanê jî hêviyên milyonan şikand.
Ocalan, wek hêviya sedsalê derkete holê, wek fesylesof û xwedî paradîgmeya gelên demokratîk, siyaseta demokratîk, desturnemeya demokrtaîk, bû senteza hemû şoreşên cîhanê. Di rûmeta mirovekî de, rûmeta civakê, di rûmeta civakê de rûmeta mirovahiyê diparêze. Bêyî desthilatdarî, di guhertina herêmê de, guhertina cîhanê kiriye armanca xwe. Êdî “sahîh”e, pêdiviya Emerîka jî, ya komplogeran jî bi hişmendiya Ocalan heye. Lê tecrîda li Imralî, yanî “Îmralî Islahat Planî”, di kesayeta Kurd, haraketa Kurd û Ocalan de, qirkirina mirovahiyê ye.
Divê Emerîka û Ewropa vî gunehî nekin.

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê… û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (1)

14/06/2025
Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.