Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir piştî balefireke wan ji ber êrîşa Îsraîlê ket, ew ê pergala parastina hewayî ya S-300’an bide Sûriyê.
Wezîrê Parastinê Sergey Şorgû diyar kir ku Rûsya heta 15 rojan ew ê pergala parastinê ya hewayî ya S-300’an bide artêşa Sûriyê.
Şoygû got, “Heta du hefteyan ew ê pergala fuzeyên S-300 radestî hêzên çekdar ên Sûriyê were kirin. Ev pergal heta 250 kîlometreyan dikare li hedefa xwe bide.”