Rojnameya Ronahî

Dibistanên herêma Şehbayê vebûn

Dibistanên kantona Şehbayê deriyên xwe ji bêtirî 7 hezar û 500 xwendekarên Efrînê re vekirin.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ev demek e dibistanên Şehbayê amade dike û piştî ku xebatên xwe bi dawî kirin, komîteyê deriyên 29 dibistanên Şehbayê ji 7 hezar û 500 xwendekarên Efrînê re vekirin.
Li gorî rayedaran komîteyê her wiha 944 mamoste ji bo perwerdekirina xwendekaran erkdar kirine. Komîteyê gelek dibistanên kantonê ku di demên şer de hatibûn xirabkirin, sererast kirin.
Komîteyê di 15’ê Îlonê de dest bi qeydkirina dibistanan kir. Li gorî endamên Rêveberiya Komîteya Perwredeyê qeydkirina xwendekaran di asteke gelekî baş de bû û endaman da zanîn ku heta niha 7 hezar û 500 xwendekar hatine qeydkirin.
Hejmareke xwendekaran kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kirin ku wê bi xwendina xwe beşdarî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bibin û tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Mihemed Muslim diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyê ew ji xwendinê li kantona Efrînê bê par hiştin û wiha got: “Em ê xwendina xwe li kantona Şehbayê berdewam bikin û em tu carî serê xwe ji dagirkeran re natewînin.”
Evîn Xelîl jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ew tu car dest ji zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe bernadin û xwendina xwe li Şehbayê berdewam bikin heta ku herêma Efrînê tê rizgarkirin…ANHA