Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Perwerdekirina mamosteyan li ser minhacên nû

03/07/2024
in Uncategorized
A A
Perwerdekirina mamosteyan li ser minhacên nû
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Endamê Komîteya Perwerdê ya Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Rênas Fetah diyar kir ku di demsala havînê de, wê dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyên refên ku minhacên wan hatine guhertin, bên vekirin.

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi guhertina minhacên xwendinê yên asta seretayî, amadeyî û navîn kiriye, ji bo ku tu şaştî û kêmanî nekeve pergala xwendinê, wê saziya minhacan ya girêdayî desteyê li ser sê qûnaxan minhacan bighurîne, li gel guhertina minhacan diviyabû ku mamosteyên dibistanan li gorî minhacên nû xebat bimeşînin, ji ber vê yekê, wê ji bo mamosteyan di demsala havînê de dewreyên perwerdeyê dest pê bikin. Ev perwerdeya bê dayîn jî wê têkildarî şêwazên xwendinê û naveroka minhacan be da ku bi awayekî rast û baş xwendekaran fêr bibin.

Têkildarî vê mijarê endamê Komîteya Perwerdê ya  Girêdayî Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Rênas Fetah ji rojameya me re axivî.

Rênas Fetah anê ziman ku perwerde tenê ji bo mamosteyên ku minhacên wan ên sala nû hatiye guhertinê wê bê dayîn û wiha pê de çû: “Di sala nû ya xwendinê de wê minhacên xwendinê yên refên 1, 4, 7 û 10’an bên guhertin, wê mamoste li gorî vê yekê perwerdeyê bibînin, herwiha wê li bajar hinek mamosteyên yedek hebin ji bo di rewşên awarte de wan derbasî dibistanan bikin. Wê mamosteyên seretayî û branşan bi giştî perwerde bibînin, wê perwerde li ser  du qûnaxan be, ya yekemîn wê navendî be, her bajarek wê komîsyonên wê bên erkdar kirin ji bo dayîna perwerdeyê, ya din jî li bajaran li gorî pêwistiyan wê mamosteyan teyîn bikin û perwerdeyê bidin.”

Rênas Fetha derbarê dema qedandin û dirêjiya perwerdê de wihagot: “Dema qedandina perwerdê û dirêjiya wê li ser minhac dimîne, dibe ku perwerdeya refa yekê hefteyekê dirêj bike û yên din mehekê dirêj bike, dema her minhacekî li minhac bi xwe dimîne.”

Rênas Fetah derbarê giringiya dayîna vê perwerdeyê  de wiha anî ziman: “Pêwîste ji bo minhacê nû, şêwazên hatine amadekirin û şêwazên waneyên nû perwerde bên dayîn, divê ji mamosteyan re bê zelalkirin da ku dema perwerdeyê bidin bi awayekî rast agahiyan bighînin xwendekaran. Herwiha mamoste ji bo sala bê amade be û karê xwe bi temamî li gorî minhacên nû bike. Em ê hewil bidin şaştî û pirsgirêkên xwendinê di riya perwerdê de ji holê rakin. Minhac wê nû be li ser mamosteyan, guhertinên cewherî wê çênebûbe, lê şêwaz û wane bi giştî hatiye guhertin ji bo şaştî nebin me ev perwerde giring dît ku em çêbikin.”

Rênas Fetah pirsgirêkên li hember wan derkevin anî ziman:” Ji ber ku perwerde di demsala havînê de ye wê mamosteyên ku perwerdê bigrin zehmetiyek mezin bikşîne, ji ber ku germahî heye ev yek dihêle ku nerehetiyekê li cem mamoste çêbike, ev yek dihêle ku perwerde bi aywayekî hêsan û baş neghêje mamoste. Herwiha di mijara diyarkirina komisyonên ku perwerdeyê bidin hinekî dem dibe û dibe ku rewşên din jî derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.