Rojnameya Ronahî

Qutkirina avê li ser welatiyên Şehba û Efrînê sûcekî  dijmirovî ye

Zana Roj/ Şehba

Bi berdewamkirina siyaseta dorpêçkirina herêma Şehbayê, koçberên Efrînê jî pir zehmetiyan jiyan dikin. Piştî biryara UNICEF a qutkirina avê li ser herêma Şehbayê û bi taybet di demsala havînê de welatî pir zehmetiyan jiyan dikin.

Bi berdewamkirina siyaseta dorpêça Hikumeta Şamê ya ku ji 6 salan ve li ser koçberên Efrînê li herêma Şehbayê tê ferizkirin, Rêxistina UNICEF di 15’ê Sibata 2024’an av li ser tavahî kampên ku welatiyên Efrînê lê dimînin qut kir. Bi taybet, bi hatina demsala havînê re kêmbûna avê dibe pirisgirêkeke mezin. Rêveberiya herêmê , Desteya Şeredariyan û Heyva Sor A Kurd bi hemû hêza xwe kar û xebatan dikin da ku pêdiviyên welatiyan ji avê peyda bikin. Lê her çiqas şêwaz, hewildan û altirnatîf bêne pêşxistin jî, ji ber kêmbûna defetan zehmetiyên mezin ji bo peydakirina avê tên jiyankirin.

Di derbarê bandora qutkirina avê li ser kampên koçberên Efrînê li herêma Şehbayê û zehmetiyên ku tên jiyankirin, Hevseroka Desteya Şaredariyan li Kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed, her wiha hemwelatiyê ku li kampa Serdem jiyan dike Ednan Tarî ji rojnameya me re axivîn.

Elîf Mihemed  di destpêka axaftina xwe de siyaseta ku li ser gelê herêmê tê meşandin nirxand û wiha got: “Biryara Qutkirina avê ji aliyê Rêxistina UNICEF bi serkêşiya Hikumeta Şamê berdewamkirina siyaseta qirkirin û pûçkirina îradeya gelê Kurd e. Ev siyaset ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re bi hemû ziraviyên xwe tê domandin. Ji aliyekî ve êrîşên dagirkeriya Tirk yên rojane li ser gelê sivîl û ji aliyê din ve jî dorpêça hikumeta Şamê ya ku jiyana koçberên Efrînê xistiye nava dorpêçeke berdewam de. Ev polîtîkeyên ku tên berdewamkirin ji siyaseta qirkirina gelê kurd ne qut e û weke sûcên şer tên pênasekirin. Her çiqasî xwestin bi van polîtîkeyan armanc û pilanên xwe bicih bînin, lê îradeya gelê ku bi salaye li hemebr dijmin li ber xwe dide, nehat pûçkirin. Mayîna gelê Efrînê di bin konên koçberiyê de hemû pilanên dijmin rûxandin. Ji ber wê berdewamkirina siyaseta dorpêçê, qutkirina avê li ser gelê kampan bû. UNICEF baş dizane ku welatiyên di Kampan de jiyan dikin pêwîstiyên wan yên av bi riya ava ku ji aliyê wan ve dihate derbaskirin, pêk dihat. Lê bi qutkirina avê nîşan kirin ku tu têkiliya wan bi mirovahiyê re nîne.”

Qutkirina avê jiyana mirovan dike xeteriyê

Elîf anî ziman ku bi hatina demsala havînê re gel zehmetiyên mezin jiyan dike û wiha domand: “Li hemberî biryara ku li ser kampên welatiyên Efrînê hatiye birîn em di nava têkoşînê de ne. Bê guman ev biryar rê li ber zehmetî û pirsgirêkên cidî vekir. Ji pêwîstiyên herî sereke yên gel; av e, ger av nebe wê pirisgirêkên weke paqijî û nexweşiyan jî derkevin holê. Bi taybet kamp xwedî taybetmendiyên cuda ne, divê heyanî ji destê mirov tê balder be. Lê dorpêça Hikumeta Şamê bandorê dike û li pêşiya bicihanîna pêwîstiyên gel dibe asteng, ev yek em bixwazin nexwazin dihêle ku em li gorî derfetên di destê me de hene tevbigerin. Ji xwe herêm her tim di zehmetiya kêmbûna sûtemeniyê de jiyan dike, bi taybet di demsala havînê de kêmbûna sûtemeniyê dihêle ku kehrebe di asta ku tê xwestin de neyê pêxistin. Her wiha kêmbûna avê rê li ber kerasetên cidî vedike û gel rû bi rû di zehmetiyên jiyanî re derbas dibe.”

Çiqas polîtîkayên qirêj dewam bikin jî wê gel dest ji xaka bwerxwedanê bernede

Elîf di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser altirnatîf û hewildanên ji bo kêmkirina bandora tunebûna avê li ser kampan û wiha got: “Ava paqij li herêma Şehbayê gelek kêm e. Ev yek jî ji encama rûdana şerên dem dirêj yên ku hatine pêkanîn de ye. Lê belê rûxmî hemû polîtîkeyên ku derheqê gel de tên kirin, em bi xebatên xwe bi îsrarin ku bi gel re bibin alîkar. Li gorî derfetên di destê me de û bi alîkariya Heyva Sor A Kurdî menhelên ku ji xizmetê hatibûn derketin careke din hatin sererast kirin, her wiha li kampa Berxwedan û Serdem bîrên avê hatin kolandin. Em bi hemû komîn, meclîs û rêveberiya herêmê re di derbaskirina van pirêsgirêkan de bi gel re dibin alîkar. Her çi siyaset li ser me bê meşandin, gelê me bi biryare ku berxwedan û têkoşînê heyanê vegera Efrînê bi israr bide meşandin”.

`Dixwazin me bixin bin bandora xwe, lê em nabin perçeyek ji siyasetên wan`

Welatiyê bi navê Ednan Tarî ku li kampa Serdem jiyan dike destnîşan kir ku  zehmetiyên mezin hene lê biryar û armanca wan ya li dijî dagirkeriyê naguhere û wiha got: “Gelê Efrînê yê ku ji zarokê ji nû ji dayîk bûne û heyanî mirovên 80’î salî li hember hemû siyasetên dijmin li ber xwe didin û em di wê ferqê de ne ku ew bi van planan îradeya me hedef digirin. Bi qutikirina avê, nederbaskirina sûtemenî û derman her wiha bi êrîşên xwe yên rojane, wê nikaribin me bandor bikin û em nabin parçeyek ji pilan û siyasetên wan. Em li ser xeta deh hezaran ji şehîdên xwe dimeşin û her çi ji destê me bê emê bi rêveberiya xwe re bibin alîkar, da ku dijmin negihêje armanca xwe.”