Rojnameya Ronahî

Li derdora Hecînê 5 çete hatin kuştin

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî baregeheke çeteyên DAIŞ`ê li gundê El-Şecil ê girêdayî herêma Hecîn kir hedef. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. Nêçegihanê ANHA’yê ku pêngavê dişopîne diyar kir ku balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser baregeheke çeteyên DAIŞ`ê li gundê El-Şecil êrîşek pêk anî. Di encama wê de 5 çete hatin kuştin.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê berdewam dike û pêşdeçûna şervanên QSD’ê ber bi bajaroka Hecînê ve dewam dike.