Rojnameya Ronahî

Em ê dagirkeran ji Efrînê derxînin

Bi hezaran welatiyên  Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi armanca şermezarkirina kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û piştgiriya Efrînê meşek li dar xist.

Meş li Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Di meşê de durûşmeyên “Efrîn em heta dawiyê bi te re ne” hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsa “Rizgarkirina Efrîn û rizgarkirina Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê erka me ye”, “Na ji guherandina demografya Efrînê re” hatin hildan.

Meş li kolana giştî veguherî mitîngê. Li vê derê Hevserokê Meclisa Navçeya Girê Legê Mihemed Cemîl axivî û destnîşan kir ku azadiya gelan û pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk yek ji pîvanên sereke yên gelê herêmê ye û wiha got,  “Ji ber wê her kes li Bakurê Sûriyê ji bo rizgarkirina Efrînê çalakiyan li dijî dagirkeran li dar dixin. Ji ber ku armanca dewletên desthilatdar guhertina demografya Sûriyê ye û bi rêya komên xwe yên çete xaka wê dagir bikin û civakê ji hev bixin.”

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Çilaxa Umer Hebûn jî got, “Rizgarkirina Efrînê erka hemû gelên Sûriyê ye.Dijmin û bi taybet Tirkiye dixwazin demografyaya herêmê biguherin û tevliheviyê di navbera gelan de çêkin.” Umer Hebûn bêdengiya navdewletî ya li dijî komkujiyên dagirkeran li dijî gelê Efrînê şermezar kir.

Ji rêvebrên Kongreya Star Zelfe Bedro jî axivî û destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyê piştî ku pîvanên neteweya demokratîk pêk hatin, wateya azadiyê baş nas kir û wiha got: “Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bibin û rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan ji girtîgehê dexînin.”

Mitîng bi duruşmeyên  berxwedana Efrînê bi dawî bû.