Rojnameya Ronahî

Dîrokeke dagitî ji serkeftinan; Yaneya Berxwedan

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Yaneya Berxwedan di sala 2016’an de hatiye damezrandin. Ev yane bi vîn, hezkirin û berxwedaniyeke mezin xebata werzîşê li ser asta Rojava dide meşandin. Hevserokê Yaneya Berxwedan, Ebdilbaqî Cemal diyar kir ku di demeke kurt de bi derfetên kêm, wan dikarîbû nêzî 200 şampiyon û xelatên cuda werbigirn.

Yaneya Berxwedan, li rex Yaneya Asayîşê, Serdem û hwd… li gor pênaseya Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ew yek ji saziyên ku mijûldarî çalakî û lîstkên werîşê dibe ye. Ev yane ji sala 2016’an ve xebat dike, lîstikvanan rahênan dike, rahênankarên ji bo perwerdekrina lîstikvanan dike û gelek bi çalakiyên din dike. Herwiha di derbarê damezrandina Yaneya Berxwedan, beşên wê û astengiyên ku derdikevin pêşiya xebata wê ya werzîşê, heverokê yaneyê, Ebdibaqî Cemal ji rojnameya me re axivî.

Dîrok û navlêkirina Yaneya Berxwedan

Ebdilbaqî Cemal têkildarî dîroka Yaneya Berxwedan û navlêkirina wê wiha got: “Yaneya Berxwedan di sala 2016’an de hate damezrandin, di wê demê de, mercê Yekîtiya Werîzşê ya damezrandina yaneyan di wê demê de, her yaneyek du lîstk an jî beşê sporê yên komî û du lîstkên tekane bihewîne nava xwe. Lîstkên komî mîna goka piyan, volîbol, goka destan û hwd… û lîstkên tekane jî mîna lîstka kişik (şetrenj), bîmbon û hwd… Me gelek astengî di wê demê de dîtin û heta Yaneya Berxwedan hate damezrandin û kadirên bisporên werzîşê çêbûn ji bo me tiştekî zor û zehmet bû. Lê tevî wiha jî me karîbû ku yaneya xwe ava bikin.  Navlêkirina Berxwedan, ji berxwedaniya gelê kurd yê Bakurê Kurdistanê a li dijî faşista Tirk hatiye wergirtin. Bi taybet berxwedana di hundurê zindanan de a ku weke şehîd Mezlûm Doxan da meşandin û hîmê berxwedanê ava kir.    Armanc ji damezrandina yaneyê ew bû ku ciwanan bi werzîşê ve girêdin, jiyana wan rêxistin bikin. Herwiha derfetê li pêşiya hezkerê werzîşê vekin û werzîşa herêma xwe li pêş bixin, li aliyekî din ne tenê armanca me spor û werzîş e, lê belê civakek saxlem û ciwanên xwedî jiyaneke dirust e.

Beşên wê

Cemal têkldarî beş û lîstikên di Yaneya Berxwedan de cih digrin wiha anî ser ziman: “Beşên ku cihê xwe di nav digirin 4 in, beşê goka piyan,  tîmê zarokan yek jê yê nûhatiyan e û yê din yê zarokên yên ku temenê nûhatî derbas kirine. Herwiha tîmekî gêncan jî û yekî din yê mezinan heye. Li aliyekî din beşê goka destan ango bolîbol heye, di nav de jî tîmekî taybet yê jinan heye û tîmekî mêran jî digire nava xwe. Di heman demê de beşê bîmbonê ango goka masê heye ew jî ji bo jinan, zarok, zarokên nûhatî, gênc û mezinan heye û ji bo şetrenj ango kişik jî wiha ye. Beşek Yaneya Berxwedan li Kobanê heye, li Efrînê jî hebû lê di encama êrişa dagirkeriya Tirk de têk çû, lîstikvan û rahênankarê wê jî der bi der bûn. Di roja îro de hejmara lîstikvanên Yaneya Berxwedan ji 150 lîstikvanan heya 200’î ye û hejmara kotş ango rahînanvanê wê nêzî 10’an e. Ev rahênankarên wê bispor in, bawernameyên ji Yekîtiya Werzîşê ya kantona Cizîrê   û Şampiyona Sûriyê bi wan re ne. Lîstikvan û rahênankar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û niha ji hemû pêkhateyên herêmê bi kurd, ereb, siryan û hwd… cihê xwe di nav yaneya me de digirin. Eger mirovek bixwazîbe tevlî yaneya me bibe, dikare serdana me bike û tu şert û mercên tevlîbûnê tune ne. Tişta pêwîst ew e ku lîstikvan xwedî sinc û rewştên baş be, ji Yaneya Berxwedan hez bike û jê re sozdar be. ”

Serkeftinên wê

Ebdilbaqî di derbarê serkeftinên ku Yaneya Berxwedan pêk anîne û qezenc kirine wiha eşkere kir: “Destpêka ku Yaneya Berxwedan hate damezrandin, rastî astengiyan hat, lê  dikarî van astengiyan derbas bike. Me di wê demê de dikarî ji derfetên kêm beşên xwe yên siporê ava bikin û lîstikvanan amade bikin. Lewma di sala 2016’an de dema ku şampiyona bîmbonê li ser asta Rojava çêbû, tîma me ya bîmbonê ya zarokên nûhatî û tîma zarokan şampiyon di asta yekem de wergirtin. Di heman salê de jî şampiyona kişkê li ser asta kantona Cizîrê çêbû, 12 lîstikvan di tê de beşdar bûn, 9 ji wan yên Yaneya Berxwedan bû û yên din ji yaneyên cuda bûn, me ew şampiyon jî qezenc kir. Bi domana demê re êdî şapiyonên lîstikên din yên goka piyan, goka destan, taykwando û hwd… yên tîmên zarok, zarokên nûhatî, jinan û mezinan bi dest xistine. Ji destpêka damezrandina Yaneya Berxwedan heya îsal, nêzî 200 şampiyon û ast û xelat wergirtine, ji wan şampiyon û xelatên takekesî û komî ne. Bi rastî Yaneya Berxwedan tevî ku derfetên wê kêm bûn, lê dîsa jî dikarî ewqas serkeftinan di demeke kurt de pêk bîne. Herwih li ser asta Rojava muhra zêrîn li werzîşê bide. ”

Astengiyên derdikevin pêşiya Yaneya Berxwedan

Hevserokê Yaneya Berxwedana girêdayî astengiyên derdikevin pêşiya yaneyê wiha axivî: “Weke tê zanîn sipor û werzîş tiştekî girîng e, heya ku pêşketin di warê werzîşê de pêk were, pêwîste rahênan û perwerde raneweste. Ji bo Yaneya Berxwedan jî domandina rahênana lîstikvanan tiştekî girîng e. Em di vî warî de astengiyan dikşînin ji ber ku cihê ku lîstikvan lê werin rahênankirin ya taybet bi yaneya me tune ye, lewma divê stadên ji bo perwerdekirina hemû beşên siporê werin çêkirin. Rastî derfet û karîna abûrî ya yaneyê lawaz e ji bo çêkirin cihên perwerdeya lîstikvanan. Lîstikvanên me diçin stada 12’ê Adarê û ya Heysem Kiço, di demeke destnîşankirî heftane û rojane û li wir perwerde distînin, ev yek jî bi pereyan e. Tevî ku hêz û derfeta aborî pir kêm e jî, lê rahênankirin û perwerdeya werzîşê ranaweste, lê dîsa em gelekî zorleme dibin. Astengiya din jî ji ber hêza aborî ya kêm e ku yaneyên din yên ku xwedî hêzên aborî ne, lîstikvanên me yên bijartî û zane bi riya pereyên zêde dikşînin nav yaneyên xwe, heya niha gelek rewşên wiha çêbûne. Lewma jî heya ku em van astengiyan derbas bikin, pêwîste ev pirsgirêka hêza aborî ya Yaneya Berxwedan were çareserkirin, ev yek jî dikeve ser milê Yekîtiya Werzîşê. Niha em weke Yaneya Berxwedan, daxwaza terxîskirina yaneya xwe ji Yekîtiya Werzîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş kiriye û li benda erêkirina wê ne ji bo ku bi rêkûpêkî werzîşê li pêş bixin û gavên bi nirx bavêjin pêş. ”