Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qebulkirina defakto li Idlibê

22/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dîtina Rêber APO ji nûve zayîna min bû -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Ednan MISTEFA

Dewleta dagirger a tirk û dîktator Receb Teyîb Erdogan di 17 mehê de, li bajarê Soçî bi serok dewletê Rusiya Vîledemîr Putîn re civiya û li ser statüya bajarê İdlibê li hevkirin. Mirov dikarê bêje Erdogan û dagirekriya Tirkiyê tiştê ku nekaribû di civîna sêalî ya 7 îlonê li Tahranê bi dest bixe, di civîna soçî li gel Putîn bi destxist.

Encama Komcivîna Soçî çi bi xwe re anî ?

Bi dawîhatina civîna her du aliyan a Rusiya û Tirkiyê li bajarê Soçî ye. Erdogan û Putîn bi civîneke çapemeniyê encama civînê ji raya giştî re aşkere kirin. Di daxuyaniyê de, xala herî balkêş diyarkirina ‘Herêmeke Bêçek’ ku dirêjahiya wê ji 15-20 km, di navbêra herêmên komên çete û rêjîma Sûrî de, ji danasîna meşrubûna El Nsura û bermahiyê El Qayîdê wêdetir tiştekî din nîne. Ev jî tê wateya ku danasîna rewşa defaktû ya bajarê İdlib e.  Erdogan bi diplomasiya li gel Rusiya û Îran û bi erêkirina Amerîka defaktû ya İdlibê bi dunyayê da qebulkirin. Li ser zemînekî rewa, statu bi El Nusra da avakirin.

Ji Soçî El Nusra, El Qayîde û Tirkiye sûd wergirtin

Bi rewşa İdlib ve girêdayî, careke din derkete holê ku çawa Rusiya destpêka 2018’an de gelê kurd li Efrînê kir qurbanê berjewendiyên xwe û Efrîn radestî Tirkiyê kir. Vê carê jî tevahiya civaka Sûrî kir qurbanê İdlib û bajar radestî El Qayîde û Tirkiyê kir. Helbete ev yek jî, li ser hesabê pêwendiyê xwe li gel rêvebiriya Şamê û İranê weke firsendekê bi karanî.

Sûriye û İran ji rewşa İdlib ne razîne

Bêguman piştî civînê gelek aliyan di derbarê lûtkeya Erdogan û Putîn de daxuyanî dan. Ger em behsa van daxuyaniyan bikin dervehî daxuyaniya rêjîma Sûriye û rayedarên Tehranê, hemû daxuyaniyên hatine dayîn bi qasî di berjewendiyên van welatan de bin jî, di heman demê de, di xizmeta berjewendiyê Tirkiyê û Rusiya de ne.

Reaksyona yekemîn; ango daxuyaniya li ser zimanê wezareta Derve ya Sûrî hate dayîn. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku: “Em biryara ji Soçî ya di derbarê İdlibê de derketiye erê dikin, lê em careke din bi misogerî dibêjin ku heyanî bostek ji axa Sûrî di deste dagirkerî û terosrîstan de be, em dê li dijî wê şer bikin.”

Daxuyaniyek Polîtîk bû

Bi awayekî zelal daxuyaniya rêjîma Sûrî dide diyarkirin ku rêvebiriya Sûrî ji encama lûtkeya soçî ne raziye, di heman demê de bêbeweriya rêjîma Sûriye li hember pêkanîna vê biryarî  aşkere tê xuyakirin.

24 demjimêr di ser encama civîna dualî ya Erdogan û Putîn re derbas nebû rêjîma Îranê jî daxuyaniyek da. Rayedarên İranê gotin “Encama civîna dualî ya Putîn û Erdogan li bajarê Soçî yê ji ‘Berpirsyariyeke Diplomatîk’ hatiye”.

Bi qasî rêvebiriya Tehran encama civînê, weke encameke ‘Berpirsyariyek Dîplomatîk’ bi nav kiriye, bi qasî vê yekê jî daxuyaniye İranê jî polîtîk bû. Ji ber İran di wê zanabûnê de ye, tişta ku Erdogan nekarî bi awayekî aşkere li komcivîna Tehran bîne ser ziman, bi awayekî veşartî û bê erêkirina İranê, di navbêra Putîn û Erdogan de hatiye pesendkirin.

Ketina Balafira Rusiya Ne Tasadûfe

Rayedarên Tahran baş dizanin ku çendî İdlib ketiye rojeva her du aliyan, bi qasî vê yekê jî ber alîkirina İranê ji qada Sûrî bûye rojeva sereke ya Rusiya û Tirkiyê. Ji ber hebûna İranê di van şert û mercan de di Sûriye li ser mehî de ya her du aliyan giran tê. Îran hêzeke ku di asta yekmîn de berjwendiyên Rus û Tirkiyê asteng dike û berovajî vê yekê hebûna Rus û Tirkiyê di Sûrî de, pêşeroja İranê di çarçoveya “Hilalî Şîa” dixe xeteriyê. Di vê pencereyê de, li buyera ketina Balafira Rusiya di heman dîroka civîna Soçî de li Sûrî temaşekirin, ne tiştekî tesadûfe…!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.