Rojnameya Ronahî

Ji sedî 15 yê cotkaran gendelî kirin

Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Serêkaniyê diyar kir ku demsala salên 2017-2018’an de ji bo alîkariya wan a bi cotkaran re, ji sedî 15’ê cotkaran gendelî kirine.
Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Serêkaniyê di demsala salên 2017-2018’an de ji bo tov, semad û mazotê alîkariya cotkaran kiribû. Lê di dawiya demsalê de derket holê ku ji sedî 15’ê cotkaran fêlbazî li saziyê kirin e. Tov û mazot zêde birine û bi nirxên zêde firotine gel.
Rêveberê Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya Serêkaniyê Ebdulselam Îsmail Hesen li ser vê mijarê diyar kir ku ew di aliyê mazot, tov, semed, bîr, ka, pale û hwd alîkariyê bi cotkaran re dikin û wiha got: “Ev alîkarî bi rêya komîn, meclîs û endezyarên me yên xetan de tên kirin. Li gorî şert û mercan hinek kaxiz tên xwestin. Ev kaxiz jî, ji aliyê komîn, meclîs û endezyarên me yên xetan ve tên amedekirin û îmzekirin.”
Ebdulselam destnîşan kir ku ji bo salên 2017-2018’an di belavkirina semad, tov û mazotê de ji sedan 15 yê cotkaran zêde birin û got: “Hinekan tovê pembû dixwestin lê erd nehatibû çandin. Hinekan mazot ji bo bîran dixwestin, lê bîrên wan ne dixebitîn. Hinekan jî ji bo 75 donim erd tovê pembû dibirin lê, erdê wan ê pembê 25 donim bû. Dîsa li ser rêya Ş. Ciwan 7 bûyerên wiha derketin holê. Li ser bîrên hinek cotkaran çandinî nehatibû kirin, lê ji bo wan bîran ji me mazot girtibûn. Me ev hemû tespit kirin.”…ANHA