Rojnameya Ronahî

Mamostayên başûr daxwaz û nerazîbûnên xwe anîn ziman

Mamostayên başûrê Kurdistanê bi nêzîkbûna sala nû ya xwendinê re bi daxuyaniyekê daxwazên xwe pêşkêşî hikûmetê kirin. Mamosteyan daxwaz kirin ku sîstema paşketina mûçe bi dawî bibe û mûçeyên wan ên li gel hikûmetê mane werin dayîn.
Li ser navê hemû mamostayên başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin ku sîstema paşkevta mûçe bi dawî bibe û hemû mûçeyên mamostayan ên li cem hikûmetê mane bên dayîn. Herwiha daxwaz tê kirin ku mamostayên bi peyman ên ji sê salan zêdetir karkirine weke mamostayên timî werin pejirandin. Mamostayan diyar kirin ku divê mûçe di dema xwe de were dayîn.
Mamostayan bang li hikûmetê kirin ku bi cidî li ser pirsgirêkên perwerdeyê raweste û wiha gotin, “Bi hizbkirina navendên xwendinê, nebûna mamostayên pispor, hejmara kêm a avahiyên xwendinê û bi dehan pirsgirêkên din, bûne sedem ku xwendina hikûmî paşbikeve.”
Mamostayan sûçên li hemberî mamostayan tên kirin şemmerzar kirin û daxwaz kirin ku qanûna parêzbendiya mamostayan li Başûrê Kurdistanê bikeve meriyetê, ji bo ku ti kes li hemberî mamostayan bêrêziyê nekin.
Mamostayên heta kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dem da hikûmetê û diyar kirin ku eger heta wê demê daxwazên wan pêk neyên wê serî li rêya kolanan û xebata medenî bidin…ROJNEWS