Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji 2 hezar û 500 kesî re kar hat dîtin

20/09/2018
in Uncategorized
A A
Ji 2 hezar û 500 kesî re kar hat dîtin
Share on FacebookShare on Twitter

Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî a Meclisa Sivîl a Reqayê derfetên kar ji zêdetirî 2 hezar û 500 kesan re peyde kirin.
Meclisa Sivîl a Reqayê di 18`ê Nîsana 2017`an de hate damezirandin. Ji nava Meclîsê Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî û Kar hat ava kirin. Buro hewl dide derfetên kar ji welatiyan re peyde bike.
Ji bo peydekirina derfetên kar gelek welatî serlêdana buroyê dikin û navên xwe tomar dikin.
Buroyê ji bo peydekirina kar ji hemû beşên civakê re di saziyên sivîl ên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên mirovî de dixebite.
Hejmara kesên ku navê xwe li buroyê tomar kirine 20 hezar e. Heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 kes di nav sazî û meclisan de hatine bi cih kirin.
Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî Ibrahîm El-Neîmî wiha got: “Ji bo derfetên kar rojane welatî serlêdana buroyê dikin û navên xwe tomar dikin. Kesên ku tomar bûne wê bi rêya pêşbirkan û li gorî asta xwendinê û pîşeyên wan werin pejirandin.”
El-Neîmî wiha got: “Di rojên pêş de wê derfetên kar hîn bêtir ji welatiyan re were dîtin. Di vê mehê de pêşbirka nobetdariya dibistanan heye û wê 600 karkerên mêr û 300 karkerên jin bên qebûlkirin û wê li Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê werin erkdarkirin.”…ANHA

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
Girê Leylên axa dewlemend
CIVAK Û JIYAN

Girê Leylên axa dewlemend

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.