Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girê Leylên axa dewlemend

11/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Girê Leylên axa dewlemend
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Girê Leylên yê xwedî erda zengîn û xwezaya balkêş li Rojhilatê deşta Xabûrê ye û bi kombûna çemê cerahê, soplaxê û qetranê ev gund ava bû, li ser destê kurdên hûrî di hezar sala 4’emîn de berî zayînê.

Bi hezaran gund,Gir, perestgeh û bajarên kevnar li ser axa dewlemend ya Kevana Zêrîn di navbera rêzeçiyayên Kurdistanê de li deşt û kêleka rûbarên Firat, Xabûr û Dîcleyê hatibûn avakirin. Yek ji wan jî Girê leylên e.

Koka gundê girê leylên vedigere serdemên kevnar, ji ber ku şahidiya derbasbûna gelek şaristaniyên ku li her quncikek gund şopa xwe hiştine, ji bermahiyên kevnar heta mîmariya kevneşopî. Girê Leylên çîrokên ji dîroka xwe ya kevnar vedibêje.

Li kêleka wê jî xwezaya spehî ya ku dora wê girtiye heye. Ew cihekî aramiyê ye û erdekî hêjayî serdanê ye ku mirov ji bedewiya wê û xweşikiya wê ya dîrokî sûd werbigire.

 Cihê wê yê erdnîgarî û sedema navlêkirina wê

Girê Leylên li parçeyê rojhilat yê herêma Xabûr dikeve, nêzî newala Cerah ya girava jorîn. Ev gir dikeve 28 km başûrî rojhilatî bajarê Qamişlo û 82 km bakurî rojhilatî bajarê Hesekê. Ev gir bi gelek navan hatiye naskirin, navê wê yê kevin Şexna bû wê çaxê paytexta welatê Abûm bû yê ku di arşîva Marî (Tel EL-Herîr) û tablêtên mîxî de yên di Girê Leylên dorpêçkirî bûn hatibû gotin. Di sedsala 19’an b.z ev bajar ji aliyê Asûryan ve hat dagirkirin û navê wê bû Şebit Enlîl (nişîngeha Enlîlê xwedawend). Piştî mirina şah Şemşî Aded navê wê yê berê (Şexna) ji nû ve lê vegeriya, Girê leylên yek ji girên herî mezin yên şûnwarî û yek ji gund û niştecihbûnên kevintirîn ên li Sûrî, şûnwariyên yekemîn vedigere dawiya hezarsala şeşan B.Z.

 Girê Leylên ji bajarên girîngtirîn li bakurê Mezopotamyayê ye

Girê Leylên ji bajarên girîngtirîn li bakurê Mezopotamyayê di nava hezarsala 2 û 3’an  B.Z’ê de. Ev sedema wê vedigere ku ev giraya li ser riyeke bazirganî ya ku dikeve herêmên bakurê beravên Deryaya Spî û Mezopotamyayê û Bajarê Xatî bi hev re girê dide. Ev giraya ji du herêman an ji du parçeyan pêk tê, herêma jorîn Akropolîs ev herêm kevintirîn e û devera nizm a ku parçeyê jorîn radipêçe navê Lower Town e, bi giştî rûbera gir dighêje 90 hiktarî. Vî girî ji nîvê hezar sala 3’an B.z zêdebûnek ber bi çav di qewara nişteçihbûnê de dît. Ji ber vê yekê ew gundê biçûk dageriya qewara bajarekî ta ku rûbera wê gihaşt 90 hiktarî. Di warê rêxistinbûna wê ya ramyarî an siyasî û aborî de pêşket û bû ji navendên girîng û stratîjîk di herêma Xabûr de û di vê demê de navê bajêr bû Şexna. Di dawiya hezarsala 3’an B.z de bajar di bin desthilatdariya Ekadan de bû û piştre ket bin desthilatdariya Asûriyan. Di nîvê hezarsala 2’an de ji zayînê re Şexna bû parçeyek ji Împeratoriya Hûrî-Mîtanî mîna hemû herêmên Xabûr a ku nuqteya rasteqîna wê ji wan herêman bû.

 Lêkolînên li ser hatine kirin

Di gelek deverên cur bi cur de ji bajarê nizm a Gir gorên esîlzadeyên Mîtanî yên vedigerin vê serdemê hatin dîtin. Her wiha xilik û dîzikên yên pirreng û şûnwarî yên nûnertiya vê serdemê dikin jî hatin dîtin. Lêkolîn: Sazkariyên lêkolînê di gir de sala 1979’an de ji aliyê zanîngeha (Yale University) bi rêbertiya zanistvanê şûnwaran Harvey Weiss dest pê kir. Di riya têst, rûbergirtin û lêkolînên li gelek cîwarên gir. Ev lêkolîn sera, perestgeh, avahî, depo, xilik û dîzikên ku vedigerin qonaxên cuda derpêç kir. Perestgeh bi berê xwe yê ku ji heriyê hatiye avakirin ciyawaz e, ev ber ji dengeyên ber hev û kenderên (avder) ku stûnên nexşî bi awayekî pêçelpêç mîna qurmê dara xurma, ku ji vê tê diyarkirin bandoriya başûrê Mezopotamyayê (Somer) bi awayekî zelal. Seraya vedigere Qarni lim li aliyê bakur ji parçeyê nizim ê gir hat dîtin. 1251 têbilêtên bi nivîsandina mîxî bi zaravayê başûrî ji Babiliya kevin hat derpêçkirin. Di wan tabilêtan de mijarên derbarê deqên rêveberî, nameyên padîşahî, peymanên navnetewî, karûbarên olî û mijarên aborî yên amadekirin xweşava Bîra û vexwarina wê, hatin gotûbêjkirin. Muhrek stonî li gel çapa muhran vedigere dawiya hezarsala 3’an B.Z.

Post Views: 46
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.