Mihemed ŞAHÎN
Piştî desthilatdariya 16 salan xanedaniya Erdogan gav bi gav tekûz dibe.
Li ser îradeya siltan nepêkane îradeyeke din hebe. Li ser gotina Siltan nepêkane gotineke din hebe. Hemû mal û milkê dewletê bi tevî 80 milyon hemweletiyan ve yê Siltan e.
Ji bo ku her tişt li gorî daxwaza dilê Siltan pêk were û xanedaniya wê bê pirsgirêk ava bibe pêdivî bi teslîm girtin û bê watekirina çend saziyan hebû.
Ji van saziyan a yekemîn Meclîs bû. Temsîliyeta gel bû. Ser navê gel erka xwe ya sagonsaziyê pêk dianî, ser navê gel hikûmet dişopand, ji bo sererastkirina şaşî û kêmasiyan mudaxeleya hikûmetan dikir. Bê guman hebûna wê ji bo Siltan astengî bû. Siltan bi xwe “îradeya gel” bû. Du îrade bi hevre nabin. Lewre hebûna meclîsê êdî fizûlî bû. Hewcebû dest û lingê meclîsê bihatina girêdan, erk û hêza wê bihata tunekirin, îradeya wê bihata şikandin. Hetanî demekî pêdivî bi hebûna navê wê heye lê pêdivî bi hebûna wê bixwe tune ye.
Ya duyemîn pergala dadmendiyê bû. Alîkarê Hîtler bang li dozger û dadgeran dikir û ji wan re digot; “Beriya ku hûn biryarê bidin ji xwe bipirsin wê Fühler bi biryra me şad bibe ya na”. Belê weke ku Gobels gotî hewceye dozger û dadger hemû biryarên xwe ji bo şadî û bextewariya Siltan bidin, di tasfiyekirin û teslîm girtina kesên muxalîf de cih bigrin û bibin şûrê demoklesê destê Siltan. Ev jî bi teslîm girtina pergala dadmendiyê pêkan bû.
Ya sêyemîn saziyên venerînê bûn. Siltan ji kontrol û reqneyan qet û qet hes nakin. Hedê bavê kê ye kiryarên Siltan reqne bikin, mesref û lêçûnên Siltan konrol bikin û hesab jê bipirsîn. Ji xwe Meclîs û dadmendî ji bo vê yekê teslîm hatibûn girtin. Lewre êdî pêdivî bi sazîyên weke “sayıştay” ên ku hetanî niha ser navê gel bütçe û lêçûnên hikûmetan kontrol dikirin û encamên kontrola xwe bi raya gîştî re parve dikirin tune bû. Ji xwe 16 sale van saziyan erka xwe qet neanîbûn cih. Ew sazî bila hebin lê bila erk û rista wanê kontrol û hesab pirsînê tune be.
Piştî ku erkên meclîsa zagonsaziyê jê hatin girtin û bê wate bû, pergala dadmendiyê teslîm hat girtin û ket bin xizmeta Siltan û îradeya saziyên venêrinê hat şikandin êdî tirs û fikara venêrînê û hesab dayinê nema. ji bo tekûzbûna xanedaniyê tenê gavek mabû. Ew jî desteserkirina hemû mal, milk û dewlemenidiya gel bû.
Hefeteya derbasbûyî ew jî pêk hat. Piştî hewla darbeya “Lutfa Xweda” di 26’tebaxa 2016’an de hikûmeta AKP’ê di bin navê “Varlık Fonû” de şîrketek ava kir. Hemû saziyên dewletê yên sereke, yên ku sermayeya wan ji sed milyar dolarî zêdetir pêk tê di bin banê vê şîrketê de kom kirin û bi serokomar ve girê dan. Armanc bê fikar û bê tirsa hesabdayinê xerçkirina dewlemendiya gel bû.
Bê guman bi Siltan ve girêdayî têr nake, hewceye raste rast yê Siltan bixwe be. Siltan ji bo tekûzkirina xanedaniya xwe hemleye dawîn kir. Bi biryarnameyeke xwe ya kurt xwe kir serokê vê şîrketê û zavayê xwe jî kir alîkar û wekîlê xwe. Bi kurtasî mal, milk û dewlemendiyên gel ên ku bi teslîmgirtina sê saziyên jor bê xwedî û bê paraztin hatibûn hiştin Siltan li wan xwedî derket. Serokdewlet di heman demêde seroke şîrketê hemû dewlemendiyên raya giştî ye. Ez bawerim di cîhanê de mînakeke wisa tune ye.
Dewlemendiya Tirkiyê hemû êdî raste rast di bin fermana Siltan û malbata wî de ye. Bê tirs û bê fikar û bê sînor li ser navê gel wê milyar dolarên gel di bin însafa wan de bên xerckirin. Mînak; Her çiqasî gel dibin qeyrana abôrî de bieciqe û ji bo 1500 lîre heqdestê mehekî di înşatan de û di kanên komir de jiyana xwe ji dest bide jî wê bi rihetî karibin ji bo “Siltanê gel” qesra ku difire herî kêm bi 500 milyon dolarî (500.000.000X6.50=3.250.000.000 lîre) bikirin. Buhaya wê ji 1500 lirayê heqdestê mehaneya 2.166.666 kesane.
Ji xwe 80 milyon kes ji bo şadbûna Siltan dixebit e. Bila Siltan şad û bextewar be jar û azara 80 milyonî qet û qet ne xeme.
Sê sal berê, di civîna karsazan a 15’ê adara 2015 de Erdogan gotibû ez dixwazim Tirkiyê weke şîrketeke anonîm birêvebibim. Piştî sê salî xeyala wî pêk hat. Êdî dewleta Tirkiyê şîrketa xanedaniya Erdogan e, patronê şîrketê Erdogane, 80 milyon hemwelatî jî xebatkarên (Siltan ji xebtakara hes nakin qûlên) wî ne.
Dibe ku hûn bipirsin li gel van geşedanên kambax gelo partiya muxalîf a ku xwe avakar û xwediyê dewletê dibîne çi dikir û çi dike? Di şerê topyekûnê dijber civaka Kurd de piştgiriya Siltan dikir û dike.
Biwêjeke me heye “Mala mine û xaltîka min li bere”