Medeni FERHO
Cîhanê, di şerê Kobanê de çavdêriya hovîtiya dijminên mirovahiyê kir. Hovan, êrîşî Kurdan kir û Dewleta Tirk ew “cins-î mexluqat” destek kirin. Kurdan, hov û dînazorên ku çete destek dikirin şikandin, lê tune nebûn. Dibin baskên dewleta Tirkiyê de hatin parastin, gemariya dewleta Tirk û çeteyan dewam dike. Tirkiyê, bû bavê çeteyan û zarokên xwe “mankurt” dane pêşiya xwe û Efrîn dagir kir; êrîşî Başûr, Şingalê kirin, Bakurê Kurdistanê dişewitîne…
Yanî ji bo xwendina gramera faşîzma Tirkî, gelek bûyer û pêhatiyên di asta suc de hene.
Di şerê Idlibê de jî, çavdêriyek nû heye. Dewleta Tirkiyê, bê perwa, çeteyan diparêze, hem berdevkiya wan dike, hem cebilxane ji wan re dişîne. Di şerê yekemîn yê cîhanê de, Ewropa dewletên tempon, ava kirin û desthilatdarên wan dewletan jî kontra bûn. Lewma, Iraq, Suriye û Tirkiyê çavkaniyên darbeyên eskerî ye. (Erebîstana Siudî jî bi darbeyekê, desthilatdarî guherî. Darbekar Suud, xwe kire bavê ereban teva).
Sedsala bîstan, sedsala şoreşa karsazî û karbidestiyê ye. Şoreşa herî mezin ya cîhanê ye, lê mirovahî bextewar nekir. Sedsala bîstan, sedsala qirkirinan e, bi taybetî Turk-î Turaniyan, cografya Anatolya, Derya Reş û Kurdistan kirin gorîstan.
Serdema mîlenyûm û teknolojî hat, lê mêjiyê “hebîs-ur” tedawî nebû. Lewma faşîzma Turk-î Turanî, Fersî-Şîa û Ereb-î Baasî, di sedsala bîstîyekê de jî dixwazin, utopya gelan di gorên komî de tune bikin.
Destîniya gelan, bi cografya gelan ve girêdayî ye; Turk-î Turanî, ne xwedî cografya ne, ji bo vê jî, qirkirina gelan dane dest pê kirin û xwestin li ser gorîstana gelan gelekî nû (union boulding) ava bikin.
Îttîhadiyan her dem serî li kemîn, davik û karên kontrayî dane. Lewma Tirkiye bavîtiya çeteyên, “mankurt” dike û di nava ahengiyek xurt de kar dikin. Bêguman, hunerekî mezin e, û hîkmet-î hunerê Turk-î Turaniyan jî kontratî ye.Komara Tirkiyê, ne bermayiya Emperetoriya Osmaniyan e; berhemê Ewropa û Mustafa Kemal e. Îttîhadiyan, dixwest ji emperetoriya Osmanî, “emperetoriya îslama Tirk” derbixin. Îttîhadiyan heta dawiyê, di emperetoriya “turan” de israr kir. Li derve Enwer Paşa, li hundir Fewzî Çakmak, Kazim Karabekir bûn. Piştî komar ava bû, Inonû jî bû alîgirê wan, Mustafa Kemal jî kuştin. Ev “sahîh”e.Turanîzm, destpêka avakirina gramera faşîzma Tirkî ye. (1911 Kongreya Selanîk), Qirkirina gelan jî berhemê vê îdeoljiyê ye. Lewma, xaka Osmaniyan “Enwerland” bî, îro jî, Tirkiye bûye “Erdoganland”. Faşîzma Tirkî, xwedî gelek maskeyan e. Derew û teşqele, davik, kemîn, dek û dolab çendik maske ne. “Şef”îtiya Inonû û “reîs”tiya Erdogan yek in. Yek spî ye, yek kesk e, gemarî û kujer in. Di 2. şerê cîhanê de, Înonû şef bû, heta roja dawî hevalbendê Naziyan bû, dema têk çûn, bû hevkarên serdestan. Îro, Erdogan jî, dixwaze heman siyasetê di Idlibê bimeşîne. Barê Kurdan giran e; Kurd, di têkoşîna azadiyê de, li hemberî sê reng faşîzmê şer dikin. Faşîzma Turk-î Turanî, faşîzma Fers-î-Şîa û Ereb-î Baasî… Di her sê rengên faşîzmê de kiryarek, pêkanînek tesadûfî nîne. Her kiryar, parçeyek ji gelemperiya sîstema wan e. Di destpêkê de, xwendina gramera faşîzma Turkî, qîrên û hawar bû, (berî wê dilojarê bû): Di 15ê Tebaxê de, bû serhildan û destpêka têkoşînê. Li hemberî gora betonî serhildan, li hemberî “qimil” berxwedan, li hemberî gestapoyên zindanan têkoşîn; li hemberî mêjiyê dînazorê “hebîs ur”, dîse berxwedana… Dînazorê hebîs-ur, ligel zindanên ji firinên Hîtler mezintir, rekihên polayî ji yên DAIŞê ku li Misulê jinên Kurd şewitandin, jêrzemînên kişûmat bajaran, kirin êtûn û şewitandina bi gazê kirin. Kurdan gramera faşîzma sê rengî xwendin, bi taybetî faşîzma Turkî baş xwendin. Divê bi cîhanê, bidin xwendin û bidin fêm kirin ku paradîgmeya faşîzma Turkî, kujerê hêvî û utopya ye.
Cîhanek bê utopya û hêvî dojeha Dantê ye.