Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bakurê Sûriyê neçare demokrasiya xwe kûr bike

18/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Li Sûriyê çareserî wê bi hêsanî û di demeke kurt de pêk neyê. Pirsgirêka Îdlibê wê çawa çareser bibe, ew jî niha mijara bazarê û amadekariya şer e. Tirkiye bi hedefgirtina Rojava dixwaze şer kûr bike. Weke gurekî dev bi xwîn dixwaze kurdan qir bike. Rejîma Sûriyê jî xwe nêzîk nake ku bi hêzên bakurê Sûriyê re li ser destûreke demokratîk li hev bikin. Hê bi zêhniyeta kevn e. Hê xwedî wê nêrînê ye ku karmend û saziyên hikûmetê werin û rêveberiyan dewr bigirin. Naxwazin têkoşîna ku hatiye dayîn, berxwedanên mezin, berdêlên ku gel dane û daxwazên demokrasiyê bibînin.
El Nûsra ya ku Îdlibê di destê xwe de digire û hêzên çekdar yên din xwedî daxwaz û projeyeke demokrasiyê nîn in. Nayê zanîn bê ka çiqas dikarin bi îradeya xwe biryarê bidin. Beşek mezin ya hêzên ku ji wan re muxalefet tê gotin jî bûne ajan û duvikên dewleta Tirk. Pêlîstokên ku hem li dijî rêjîmê û hem jî li dijî Kurdan ji bo şer bikin hatine amade kirin. Ev hêzên ku ji wan re dibêjin muxalefet û yên li derveyî wan mane, tê dîtin bê ka çiqas bi parçeyî ne. Têkililiyên gelek dewletan û rêxistinên îstîxbaratan bi van hêzan re hene. Tam nayê zanîn bê ka destê kî di berîka kî de ye.
Tekane hêza ku xwedî hedef û projeya rêveberî û demokrasiyê ye hêzên bakurê Sûriyê ne. Nayê zanîn bê ka şer wê kengî û çawa biqede. Hêzên Bakurê Sûriyê di vê rewşa xetere û ne diyar de neçarin ku rêya xwe berdewam bikin. Hêzên Bakurê Sûriyê di vê rewşa kaos û krîz de nikarin dest girêdayî û bê bandor bimînin û lê temaşe bikin. Divê ji aliyekî de parastina xwe xurt bike, ji aliyê din ve jî ji bo çareserî û demokrasiyê bi rêjîmê re hevdîtinên xwe dewam bike. Di heman demê de bi dîplomasiyeke xurt li dijî tenê hiştin û dorpêçê raweste. Ji bo avakirina tifaqa Kurd û Ereb divê bi lez û baldarî bixebite.
Şoreşa Rojava şeş sal li pey xwe hişt. Bandora xwe heta Reqa û Dêrazorê belav kir. Yekîtiyeke serkeftî ya Ereb, Kurd, Asûrî-Suryanî û civakên din hat avakirin. Îspat bû ku li Sûriyê gel dikarin di nava ewlehî û îstîkrarê de bijîn. Civakên bakurê Sûriyê bawerî û yekîtî li ser bernameyeke demokrasiyê li hev kirin û pêk anîn. Di pratîkê de nîşan dan ku alternatîfa yekane demokrasiye. Ji ber vê yekê faşîzma Tirk ji ber hem dijminê demokrasiyê ye û hem jî nasnameya Kurdan qebûl nake dijmintiya bakurê Sûriyê dike, hewl dide îstîkrarê xera bike, provakasyonan çê bike û komên weke El Nûsra jî dajo ser Kurdan hewl dide şert û mercên dagirkeriyê ava bike.
Li herêmên weke Cerablûs, Ezaz, Îdlibê hêzeke ku demokrasiyê dixwaze û ji bo şer dike tune ye. Yên heyî jî bê bandor in û xwedî wê hêzê nîn in ku vê bînin ziman. Bi giranî ketine bin kontrola nijadperestiya Tirk. Gelên li Şamê û herêmên din jî xwedî wê hêzê û rêxistinbûnê nîn in ku derkevin kolanan demokrasiyê bixwazin. Nikare bê gotin ku gel demokrasiyê naxwaze. Pêdivî bi pêşengtiya ku gel perwerde û rêxistin bike heye. Hêzeke ku vê yekê bike li holê xuya nake. Derdorên ku derketine derve an jî neçarî derketinê hatine hiştin jî nehatine cem hev. Ji lewra jî hêza ku pêşengiya demokrasiyê ji hemû Sûriyê re bike, Bakurê Sûriyê ye. Heta niha ji bo avakirina demokrasiyê gavên girîng hatine avêtin û tecrubeyeke mezin jî hatiye bi dest xistin. Ji ber ku polîtîkaya bi eksena netewperestî û mezhebperestî nehat pejirandin asteke ku hemû gelên Sûriyê bihewîne û hembêz bike hat bi dest xistin.
Şoreşa Bakurê Sûriyê ji bo hemû Sûriyê çavkaniya moralê û hêzeke motîvekirinê ye. Lazime xwe bighînin rewşenbîrên hundir û derveyî welat, yên ku demokrasiyê dixwazin û ji bo vê yên ku berdêlan didin û bi wan re werin cem hev. Girînge ku qada şoreşê neyê teng kirin. Rêjîm bi karanîna netewperestiyê hewl dide Kurd û Ereban ji hev dûr bixe û nakokiyan derxîne. Dewleta Tirk jî ol û mezhebperestiyê derdixe pêş û hewl dide gelan ji hev dûr bixe û yekîtiya wan xera bike. Hêzên ku ji derve de hatine û mudaxeleyî Sûriyê û herêmê dikin ti xwestek û derdekî wan yê mîna demokrasiyê tune ye. Ew li berjewendî û hegemonyaya xwe dinêrin. Di vê rewşê de rol û pêşengî dikeve ser milê hêzên bakurê Sûriyê. Di serî de divê gel were zana kirin, tesîra propagandayên reşkirinê were şikandin û giranî bidin ser xebatên propaganda û ajîtasyonê.Bakurê Sûriyê bêyî ku raweste divê meclîs, komun û kooperatîfên xwe ava bike. Şoreşeke ku xwe nespêre gel ne gengaze ku bi serkeve. Partiyeke ku ji gel qut buye jî ne gengaze ku erka xwe ya pêşengiyê bi cih bîne. Dem dema demokrasî û şoreşê ye. Rêyên din û legerînên din wê bidin windakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.