Ednan MISTEFA
Di demekê ku her kes çav li rê bû, di 14-15’ê îlonê de li peytexta Sîwîsra Cinevê civîna taybet ji bo Sûriyê bê lidarxistin. Ev civîn hate veguhestin di heman cih û di bin çavdêriya nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Di Mastura hate lidarxistin. Navê vê komcivînî jî kirin “KOMA BIÇÛK”. Ev komcivîn bi beşdariya Amerîka, Fransa, îngîltere û Almanya hat sazkirin. Lê li Stenbolê jî bi heman mijara Sûriyê civînek hemwext bi navê “Lûtkeya Stenbolê” balkêş ya bi serpereştiya Tirkiyê pêk hat.
Gelo çima ev civîna li Stenbolê di demeke wiha de hat li darxistin?
Di demekê ku nîqaşên şerê Idlibê li gor dibe de, civîneke wiha li darxistin gelo wê di berjewendiyên kê de be?
Helbet bersivdayîna van pirsan bi qasî encamên ku ji civînê derkeve jî girîng e.
Beriya vê civinî bi rojekê “KOMA BIÇÛK” ji aliyê Amerîka bi boneya çareseriya pirsgirêka Sûriyê weke projeyek weşand. Projeya ku di encama Koma Biçûk de derketiye holê, hem ji bo pêvajoya şerê li dijî terorê, hem jî rênîşandanek ji welatên heremî re, bi taybet Tirkiye û Îranê re girîng e.
Amerîka li hember Tirkiyê hemle pêkanî
Projeya Amerîka ya ku weke encamnameya Koma Biçûk a di 14’ê îlonê de hate weşandin, sê xalên bingehîn di nav de heye û her xalek di nava xwe de jî ji çend bendan pêk tê.
Xalên sereke yên vê projeyî ya yekemîn; li tevahiya Sûriyê dawiya hêzên terarîst bîne. Duyemîn; di derbarê guhertina pergala Sûriyê ya navendî, ber bi ne navendîbûnê û ber alîkirina Serok Komarê Sûriyê Beşar El Esad de. Ya sêyemîn; di serî de hêzên bakur û rojhilatê Sûriyê, hemû alî û pêkhate di pêşeroja Sûriyê de cihê xwe bigirin. Weke serdêr mirov dikare her sê xalan wiha rêz bike;
Tirkiye hem El Nûsra hem jî Îranê diparêze
Bi awayek aşkere diyarbû ku piştî civîna sealî ya Tehranê yên bi qezanc ji civînê derket Îran û Tirkiye bû. Tirkiye bi zextên xwe yên navneteweyî û cihgirtina li rex Îranê êrîşên ser Idlibê gavek be jî paşve xist. Tirkiye bi veguhestina hêzên leşkerî ya li ser sînorê Idlibê hem hêza zêdekirî hem jî xalên xwe yên çavdêriyê li Idlibê bi hêz kir. Vê yekê jî hem di warê madî hem jî di warê manewî de hêzek mezin da Cebhet El n^sura. Dîsa hatina hêzên Sûriyê û Îranê heremên sînor ên Mertala Firatê û Şehba, Tirkiyê çavên xwe jêre girt û hêrsa komên çete yên El Nûsra û artêşa azad ku di bin sîwana Mertalê Firatê de ne nimand û nehişt ku li vê heremî şer derkeve. Ev her du pêngavên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatin avêtin, ji aliyê siyasetmedar û çavdêrên siyasî yên Rojhilata Navîn weke pêngaveke pêş, ango beriya Amerîka Tirkiyê gavê xwe avêt tê bi navkirin.
Pêngava Amerîka têra çareseriya Sûriye nake
Her çiqas di encamnameya Koma Biçûk de Amerîka behsa ne navendîbûna Sûriyê kiribe û girîngîdayîna bi beşdariya îradeya siyasî ya bakur û rojhilatê Sûriyê jî, lê di bingeha xwe de ev yek pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û azadîxwazî çareser nake. Ji ber di biryargirtin û van rêzecivînan de kurd tune ye. Divê weke pêngaveke yekemîn erênî bê dîtin. Lê di bingeha xwe de ne modeleke ku dilê civaka Suriyê bi gelemperî şad bike û aramiyekê bide avakirinê.
Divê Kurd bi projeyên wiha neyen xapandin
Divê bi taybet kurd û hêzên demokratîk ên li bakur û rojhilatê Sûriyê û bi giştî Sûriyê li hemberê projeyên wiha yên di bin navê çareserkirin û hilweşandina rejîma Baas neyên xapandin. Bi qasî ku aliyê erênî yên van projeyan dibînin. Divê bi çavê bratiya gelan jî temaşe bikin û nekevin xefka neyar û berjewendiyên hêzên kapîtalîst.
Di bingeha xwe de ev pêngava ku ji aliyê Amerîka ve hatiye pêşxistin û ketiye rojeva rayagiştî, ne pêngaveke ji dînakîkên hundirê Sûriyê ye. Amerîka li gor berjewendiyên xwe li gel Rûsiya û Tirkiyê vî pêngavî weke zext bi kar tîne. Ji ber vê yekê, dema projeyeke wiha pêşkeş dike, bi qasî hesabên berjewendiyên xwe esas digire, bi qasî vê yekê dixwaze balansek (eyarek) bide hêzên dînakîk ên hûndirê Sûriyê de jî. Divê neyê jibîrkirin pêşxistina pêngaveke wiha ji aliyê Amerîka ve, ji pêvajoya nivîsa reşnîvîsa makezagona Sûriyê ya ku ji aliyê Rûsiya ve hatibû amadekirin ne qût e.
Bi qasî rikberî ewqas jî lihevkirin
Weke naveroka makezagona ku hatiye amadekirin a Rûsiya û pêngava niha di rojeva me de ye, ya ku ji aliyê Amerîka ve hatiye amadekirin e. Weke du xêzên rast ji hevûdu bandor dibin û derfetên nû ji bo pêknanînê berjewendiyên her du aliyan re vedikin.
Di vê çerçoveyê de, dema mirov li rikberiya siyaseta Amerîka û polîtîkaya Rûsiya ya li Sûriyê şîrove bike, her çendî xalên bi nakok û yên digihijin yên her du aliyan hebin jî, lê di esasê xwe de divê hêzên demokratîk û azadîxwaz ên li Sûriye û bi taybet MSD van nakokî û hihevhatinan baş bixûyine û ji neqebên van hêzan baş sûd werbigire.