Hozan Seyîdxan
Dengbêjî wek nav li ser ‘bi deng gotin’ e. Deng û gotin bi hev re bibe yek û rîtma di meqamê de bi gotin bibe kilam û kilam bi deng bê gotin. Dengbêjî bi kurtayî ev e. Lê belê wateya dengbêjiyê û naveroka wê gelekî dewlemend e. Dengbêj tiştên dilê mirov distrê, dibîne, dinêre, dijî û dibêje. Gava dengbêj kilamekê distrê ne gotibêj e, gotinçêker e jî. Her wiha dengbêj kilaman ji ber xwe diafirîne. Dengbêj eger kilaman beste neke, neafirîne, hêstên xwe nexe nav wê stranê, dibe ku ew ne dengbêj e. Dengbêj bi gotin û awazê xwe bi sekna xwe, bi axaftina xwe, bi raman û hestên xwe dibe dewlemend û xurt dibe. Dengbêj kilaman ji ber xwe ve çêdike. Tiştên dijî û dibêje li ser wan kilaman derdixe. Kilam dibe jiyana dengbêj. Ji bo vê yekê helbestkarekî zor e. Zimanas e, bi zimanekî xweş, bi zimanekî zelal û bi zimanekî xurt dengbêj kilaman çêdike.
Dengbêj mîna fîlozofan e. Çawa? Dîroknas e, destan û efsaneyan di kilamên xwe de dibêje bûyerên di dîrokê de derbas bûne, hikumdar û paşayên mezin, îsyanên dîrokê hemû merheleyên dîrokê xwe di kilamên dengbêjan de girtine. Dengbêj ji erdnîgariyê, ji civakê, ji astronomiyê, ji siyasetê, ji xwezayê,ji buyeran û serpêhatiyan ji tenduristiyê, ji coşê û derûniyê, ji evîn û evîndariyê baş fêm dike û nas dike. Dengbêj, wan beşên zanyarî bi xwendinê nas nake, bi gerê, bi gotinê bi pirsê û bi ramanên xwe yên taybet dinase.
Dengbêj gerok e. Mala wî li pişta wî ye. Bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund digere. Gera wî jê re dibe wesîleya kilaman. Bûyerek biqewime dengbêj li wir e. Dengbêj tune be jî ba dengbêj dikin û dengbêj ew bûyer dike gotin, dike meqam û bi awaza xwe dike kilam. Di şahiyê de jî dengbêj amade ye, di civatê de, di cejnan de, di şerên dijwar de, di merheleyên dîrokî de, dengbêj gotina dawî dibêjin.
Li gor ramanên giştî, destpêka wêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e. Ji kevin de, bi kurdî helbest heye û li ser zarên dengbêjan, ji nifşekî bo yê din hatiye veguhestin, di rêka beyt, sebeqe, qesîde, heyranok, payîzok û hwd, gihaye îro. Him bi formên epîk û lîrîk mijarên dinyewî û him jî bi formên ayînî û olî ên mîna elewî,êzîdî û ehlî heqan bi kar anîne, helbest hatine xwendin. Gelek ji wan anonîm in û hinek helbest hene ku helbestvanê wan tê zanîn lê ji aliyê dengbêjan wekî stran hatine gotin. û di folklora kurdî de bi waryasyonên cuda be jî cih girtîne.
Ji ber vê yekê, dengbêj arşîva devkî ya kurdan in. Bi alîkariya kilaman haya kurdên ji herêmên cihê, ji hev çêbûye. Ji vî aliyî ve kilama kurdî, peywira medyayê jî bi cih aniye. Di rewşeke weha de bi giştî folklora kurdî û çanda devkî, bi taybetî jî muzîka kurdî, di sazkirina nasnameya çanda kurdî de xwediyê roleke sereke ye.
Nifşên îroyîn ji vê rola sereke ya dengbêjan bê parin.û nedikarin ji wê çavkaniyê sudê wergirin.Ji bo parastinê û xwedî lê derketinê erkekî sereke dikeve ser milên saziyên çand û hunerê.
Divê navberêda stêrkekedin koça xwe jinav me barkir.Dengbêj him jî helbestvan û nivîskarê strana welatê me kurdistanê, Mecîdê silêman 29.08.2018 an li navçe ya Aşîbulaka girêdayî Almaata kazakistanê çu ser dilovaniya xwe.Apê mecîd,gora te buhuşt be..
Welatê me kurdistanê
Cîh û meskenê me kurdane
Welat ji mere rih û cane
Milet hemû birane