Avesta AMARGÎ
Li Rojavayî Kurdistanê bi dehan dayîkên ku serpêhatî bi Rêber Adullah Ocelan re jiyan kirine hene. Dayîka Cahîde yek ji wan dayîkan e gelek roj û dema xwe di civîn û perwerdeyên Rêber Abdullah Ocelan de derbas kiriye. Dayîka Cahîde, ev pêvajo weke ava kirina kesayeta xwe pênase dike. Dayîka Cahîde, dibêje Rêber APO her tim nêzîkatiyek ya milîtanî ji bo min nîşan dikir, gelek caran di şexsê min de civaka Kurd û bi taybet rewşa jina Kurd tê de dijî tehlîl dikir Hest û kelecana dîtina yekemîn nayê terîf kirin lê dikare carekî din werê jiyîn. Dayîka Cahîde ji me re wisa behsa wê dîtina dest pê kê dike…
Dîtina Rêber APO, ji bo min ji nûve zayîn bû. Ew dem em bi dehan bûn, lê îro bi milyonan mirov di xewna dîtina Rêber APO de dijîn û naxwezin ji wê xewnê şiyar bibin. Min cara yekemîn Rêbertî di sala 1990’î de dît. Weke niha di bîra min de ye ew roj. Ez rojek li malê bûm, hevalek hat gel me û got sibê civînek heye pêwîste tu jî beşdar bibe. Ez her beşdarî civînan dibûm, lê cudabûna vê civînê min di dest pê kê de hîs kir. Em gelek veşartî çûn cihê civînê. Tevgerek ya Rêber APO pir veşartî û zirav hebû. Me kesî nedizanî ka wê ev civîn li kuderê çêbibe û wê kî çêbike. Em di berbanga sibê de seet 8’an ji malê derketin ji bo em zû biçin cihê civînê. Civîn heya êvarê berdewam kir. Tê bîra min heya em çûn cihê Rêbertî lê civînê çêbike em li şeş heft niqteyan sekinînin. Me di şêwazê tevgera vê civîn de fam kir ku ev civîn ne weke her civînê ye. Em gelek kes beşdar bûn. Hinek hevalên di nav xebatê de bûn û hinek jî kesên welatparêz yên di nav kar û xebatê de bûn. Herî dawî em çûn cihekî hevalan gotin, cihê dawî ev dere. Em derdora seetek rûniştin me dît Rêber APO hat. Em hemû di cihê xwe de cemidîn. Ji bo me ev dîtin şokekî em qet di jiyana xwe de ji bîr nekinbû. Ez nizanim çawa û bi çi gotinan terîfa wan kêliyan bikim. Ji ber sal di sere derbas bûne lê hîna ew kêlî weke îro di dil û mêjiya min de zindî ne. Bandora wê rojê li ser min kiriye tu tiştek di jiyana min de ew çend bandora xwe nekiriye. Rêber APO ew roj li ser nêzîkatiya pergalê ji jinê re çawa ye û nêzîkatiya partî wê ji jinê re çawa be sekinî. Min ew kêlî ne weke rastî weke xewnekî didîtin. Min li peyî xwe pênç zarok hêştibûn. Zarokê min yê herî biçûk 4 salî bû. Wê kêliyê de qet zarok nehatin bîra min tenê min ji xwe re tiştek digot Emê çibikin û çi ji me tê xwestin. Min dixwest ez erka j imin tê xwestin fam bikim. Ez wê rojê seet 12 şevê vegeriyam malê. Di wan deman de jinek ji malê derbiketa û heya derengiya şevê li derve bima gelek şaş dihat şirovekirin lê, min qet guh neda van ferasetên ku li beramberî jinê dihatin jiyîn. Her kesî li ser min tişt digotin, lê min tenê li pêşiya xwe armanca xwe didît. Min hebûna xwe û hemû jinan di rastiya felsefa Rêber APO de didît. Paşverûtiyên civakê yên di wê demê de dihatin ferz kirin min hemû li pişt xwe hêştin û min yek bi yek vegerandin hêz, girêdan û heskirina Rêbertî û jiyanê re. Ezê beşa pêş me de behsa 12 carên dî bikim.






