Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Werger û Wergervanî -3-

17/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Werger û Wergervanî -3-
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Di navbera 1305 -1308 de Convivo, berhema giranbiha ya zana û helbestvanê bi nav û deng yên wê demê pêk anî. Ew yek ji wan kesa ye ku di baweriyeke taybetî de bû. Ango, baweriya wî ew bû ku ne mimkin e nivîsek bi heman ma’ne û naverokê ji bo zimanekî din were wergerandin. Wergera heman berhemê ji zimanê duyemîn, di naverok û formê de dikare kambaxî peyda dibe.

Wergervaniya di sedsalên 15 û 16 de bi tevgera hunamîst ya xwedî daxwaza bidestxistin û hebûna hemû berhemên berê yên giranbuha tê xuyayê. Di wê demê de kesekî pirsa fêde û erê-na ji bo wergervaniyê ne dikir. Humanîstên mîna Desiderius Erasmus (ji Roterdam) bi hemdemiyên xwe re di baweriya “eger wergervan xwedî zanistiyeke Fîlolojî (zanistiya zimanan) be ew dikare berheman ji zimanên din wergerîne.” Bawerî ew bû. Ne munaqeşeya kûr û zûde, lê xebat pêdive. Wergera ji aliyê kesên bi du zimanan xurt were kirin bi wate ye.

Leonardo Brunî jî (Interpratione Recta, 1420) di wê baweriyê de bû ku ji bo wergervanek bikaribe wergerekê bike, zanîna esasî û bê kêmasî ya her du zimanan pêwîst e. Hin kes ji nivîsa ku dixwînin fehm dikin (intelligere), lê wî tiştê ku fehm kirin, nikarin bi zimanekî di îfade bikin (explicare). Mîna ku pirr kes wêneyekî bi ma’ne bikin lê ew bi xwe nikarin wêneyan çêbikin. Ew ji Erasmus jî zêdetir diçû û digot “divê wergervan di warê ziman û wêjeya her du zimanan de aktîf û bi berhem be, ku wergerên baş pêk werin.”

Li gor Raymond van den Broeck, profesorê beşa wergervaniyê di zanîngeha Antwerpen de, tiştekî girîng ku meriv bêje jî ev e: “jimara xwendevanên di van sedsalan de bi awayekî xurt zêde bûye. Berê kesên li derdorê dêr û xwendegehan dixwendin. Lê di vê demê de civaka xwendevanan ji her qada civakê hene. Ev rastî bû sedema ku êdî berhemên ji zimanên din bi xebata humanîst-ronesans de bi zimanê gel hatin wergerandin.”

Joachim du Belay, Fransiz, di Defence et Illustration de la Langue Française, (1549) de baweriya xwe li ser werger û wergervaniyê diyar dike. Ew di wê baweriyê de ye ku wergervan qet û qet nikare naverok, form û daxwaza nivîskarê berhemê bi temamî, bê kêmasî, wegerîne zimanekî din. Le ew dîsa jî alîgirê wergerên nivîs û xebatên zimanên cuda ye. Di hember wî de Etienne Dollet, humanist, wergervan û xwedî çapxane ji bo wergeran pozîtîf difikire. “Ji bo wergerê zanîna her du zimanan pêwîst e. Ne wergera gotin bi gotin. Ji stendina gotinên Yewnanî û Latînî dûrketin lazim e. Pêdiviya wergereke xwezayî ji bo zimanekî meriv tê bighê heye. Dema ev tişt pêk hat, werger bi ser dikeve.”

Baweriya Etienne Pasquier (1529 – 1615), hiqûqzan, dîrokzan û wergervan bi awayekî din e. “Werger tu carî daxwaz û naveroka berhemên kevn nikarin weka ku pêwîst e wergerînin. Sedem jî ew e ku nivîs bi salan berî niha hatine nivîsîn, bîr û bawerî, şert û rewş, hêvî û hebûn, orf û adedên wê demê û dema ku werger dibe ji hev dûr be, ne mîna hev in.” Lê wî bi xwe jî fêda wergervaniyê înkar nedikir. Ji ber ku naverok, form, daxwaza hedefê her çiqasî ne weke ku pêdivî pê heye were wergerandin jî meriv gelek tiştan fêhr dibe. Di wê çarçewê de wateya wergeran mezin e û dive bê navber ev xebat were kirin.

Di vê çarçeweyê de, wergera berhemên cuda bo Kurdî pêdiviyeke. Lê pêdiviya hê mezintir ji Kurdî ber bi zimanên din e. Sedem jî haşkere ye.

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.