Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Û Krîza Tirkiye û Almanyayê Nema !

17/09/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Û Krîza Tirkiye û Almanyayê Nema !
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Va salek di ser re derbas bû. Ew krîza herî mezin a di têkeliyên Tirkiye û Almanyayê de, saleke di riya çareseriyê de li dû xwe hişt. Ji bo tacîdarkirina vê rewşa bidawîkirina krîzê jî, Serokomarê Tirk vexwendiyê Berlînê ye. Jixwe ji roja destpêkê ve ye, Erdoganê berê xwe dabû Yekitiya Ewrûpayê xwediya piştgiriya Almanyayê bû. Tevlîbûna Serokwezîrê Berê yê Almanyayê Gerhard Schroder a merasîma Serokomariya Erdogan a li Beştepeyê, resmekî di hişan de maye. Tevî wî dîmenê Angela Merkel a li qesra Erdogan a li ser kursiya bi frak rûniştî. Bi Schroder destpêkiribû ew piştgirîdayina Tirkiyeyê. Vî sosyal demokratî, desteka ji AKPê re gihandibû Şansolyeya piştî xwe ku ya rastgiriya tund û Amerîkaheziya welêt, bi hemû muhafazakariyê temsîl dikir.

Xeynî dijberiya hin xirîstyan demokratên ya endametiya Tirkiyeyê ya YEyê hertişt xweş û baş bû. Hecma ticaretê mezin bûbû, qadên razemeniyên Almanan ên li Tirkiyeyê fireh bûbûn, heta sîstema xwe ya parastina fuzeyên Patriyotê dabûn Enqerê. Lê di sala 2016an de guherîneke destpêkiribû, xwe gihandibû asta krîzeke dereng zayî. Gelekî bi tevgera Gulen ve girêdayî navê rêveberiya Berlînê bi nexweşî hatibû hilanîn.

Sîxurên Tirkiyeyê -yên girêdayî Erdogan bi xwe- hatibûn girtin. Desteserkirina Seroka Koma Parlemnetoya Tirkiyeyê Ayşe Nur Bahçekapili ya li Almanyayê, bûbû bombeyeke di rojeva Enqerê de teqiyabû. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bang li Sefîrê Almanyayê kiribû ku piştî şerê duwemîn ê cîhanê cara yekem bû, dîplomasî ewqas bi krîz dibû. Beriya wê parlamentoya Almanyayê pêvajoya naskirina qirkirina Ermeniyan a 1915an, bi pêşnûmeyekê dabû destpêkirin. Li hemberî vê yekê Enqereyê jî, ziyareta parlamenterên Alman a Încîrlîkî asteng kiribû. Li vêderê leşkerên Alman hebûn û weke adetî heyeteke ji parlamentoyê diviyabû biçe dîtina wan. Astengkirina wan bi xwe re krîza heyî derxiste asta krîzeke bi hemû dewletên Yekitiya Ewrûpayê. Nûçeyên astengkirina AKPyiyan ji welatên weke Hollanda û Awustûryayê jî hatibûn.Di destê rêveberiya Erdogan de karta pênaberan hebû û bi xwe bawer gef li Almanyayê dixwar. Heta wî Şansolye Angela Merkel jî di nav de, hukumeta Berlînê bi bûyina nijadperest û Naziyan sûcdar kiribû.

Herkesî xwe dabû benda hilbijartinên parlamenteriyê yên li Almanyayê. Lewra ji helwesta Almanya eşkere bû ku, ewê bi Erdogan re li hevdû kiribana. Jixwe hema piştî hilbijartinan berdana hemwelatiyên Alman ên bi sûcdariya endambûna tevegera Fettulah Gulen hatibûn destpêkiribû. Di temamiya salê de jî dewam kiribû. Çûn û hatina wezîrên Karên Derve ev yek bi xwe re anîbû û hukumeta Alman weke serkeftina dîplomasiya xwe ev yek vedigot. Li cem Tirkan jî serkeftin a tehdîtên wan bû…

Niha bi devê xwe yî tujî gef û şantaj, Erdogan di riya Almanyayê de ye. Berlînê sinyal daye ku ewê alîkariya aboriya Tirkiyeyê bike. Bi şertê ku Enqerê bîne ser riya li gorî dilê xwe. Di vê riyê de jî, ji mijara pênaberên Sûriyeyî, heta çareseriya Kibrisê, tawîzên ku wê rêveberiya Erdogan bide hatine danîn. Di berdêla wê de jî, bi zextên li ser Kurdan, wê dilê wan xweş bike.

Post Views: 94
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.