Tayîp TEMEL
Bi diyarkirina pêşeroja bajarê Îdlîbê li rojhilata Behra Spî û li kendava Basrayê îhtîmala şerê nav dewletan mezintir dike. Zêdebûna liv û tevgera dînamîkên şer asta şerê serweriya erdnîgariya Sûriyeyê ya nav dewletan nîşan dide.
Cihê ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriyê û demeke dirêj ji şerê navxweyî re pêşengî kiriye bajarê Îdlîbê ye. Erdnîgariya Îdlîbê ji bo dewleta Sûriye û piştgirên wê cihekê stratejîk û taybet e. Li rojhilata Îdlîbê piştî Şamê, mezintirîn bajarê Sûriyê Heleb, li rojavayê wê navenda Nûsayriyan (erebên elewî) bajarê Lazkiyê, li başûrê Îdlîbê keleha Birayên Mislimîn bajêrê Hamayê heye. Lewre ji bo Rejîmê heta Îdlîb azad nebe azadiya van bajaran mîsoger nabe, heta azadiya van bajaran mîsoger nebe ewlehiya Şamê mîsoger nabe.
QSD bi zeftkirina Raqayê serkeftina xwe ya li dijî DAÎŞ’ê mîsoger kir, têkçûna DAÎŞ’ê li hemû cîhanê îlan kir. Desthilatdariya Esad jî dixwaze Îdlîbê ji destê çeteyan derxîne û serkeftina xwe ya li dijî hêzên selefî mîsoger bike û piştî têkoşîna heşt salî serkeftina xwe ya şerê navxweyî ji hemû cîhanê re ragihîne.
Di girêka Îdlîbê de dewleta Tirk di rewşeke krîtîk û xeternak de ye. Têkçûn û ketina Îdlîbê tê wateya têkçûna şerê wekaletê yê ku heşt sal in dewleta Tirk li Sûriyeyê dimeşîne. Tê wateya têkçûn û binketina siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî desthilatdariya Esad û ya dijberî destkeftiyên civaka Kurd.
Piştî hewldanên dewleta tirk ên ji bo têkbirina rejîma Esad bi ser neketin, Enqereyê hewl da bi dagirkirina Cereblûs, Efrîn û Îdlîbê li ser maseya diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê bi bandor be. Li ser wê maseyê tekane armanca dewleta Tirk astengkirina statu û destkeftiyên civaka Kurd bûn. Têkçûn û binketina Îdlîbê dibe ku bibe destpêka dawî lê hatina hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê.
Xala ku herî zêde bala dewleta Tirk dikişand ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê, destkeftiyên gelê kurd bûn. Tirkiyeyê didît ku kurd ji rewşa kaotîk a Sûriyeyê sûdê werdigirin û dibin xwedî statû. Ev ji bo dewleta Tirk tirsa herî mezin bû. Di encama şerê navxweyî de valahiya li bakurê Sûriyeyê derdiket holê, bi rêveberiya xweser û demokratîk a kurdan dihat dagirtin.
Şervanên Kurd di parastina Kobanê de nîşanê hemû cîhanê dan ku ew wisa bi hêsanî heremên xwe yên xweser bernadin. Di heman demî de bi berxwedana xwe ya efsanewî rista xwe ya dijberî DAÎŞ’a barbar nîşanê cîhanê dan. Tekane hêza ku karibû li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe bide û DAÎŞ’ê têk bibe hêza Kurd bû. Piştî ku dewleta Tirk dît xwestekên dilê wê bi destê DAÎŞ’ê pêk nayên ji sala 2013’an şûn de bi awayeke aşkera ket nava hewldanên tasfiyekirin û tunekrina destkeftiyên civaka Kurd.
Enqere dixwaze bi gotinên “Wê li Îdlîbê trajediya mirovên sivîl pêk bê” bêçaretî û belengaziya xwe ya li dijî rewşa Îdlîbê binixumîne. Lê em dizanin ku fikara Enqere ne trajediya sivîlan e. Fikara wan ew e ku piştî têkçûna Îdlîbê li Sûriyeyê bi temamî bê bandor bibe û girêdayî wê rewşê têkçûna derûnî û psîkolojîk a çeteyên li Efrînê ye. Çeteyên ku baweriya xwe bi dewleta Tirk anîn û berê xwe dan Efrînê wê li rê û rêbazên revê bigirin. Ji niha ve her roj nûçeyên ku kom bi kom çete ji Efrînê derdikevin tên.
Hewldanên nixumandina rayedar û çapemeniya tifaqa AKP-MHP’ê nîşan didin ku ew jî vê heqîqetê agahdar in. Piştî zîrveya Tehranê ya têkçûyî manşetên wan ên wekî; “Serok dersa mirovahiyê da”, “Em hêza sereke û ya diyarde ne”, “Em xwedî hesasiyeta mirovahiyê ne” nîşana têkçûna siyaseta wan e.
Di siyaseta Sûriyeyê ya têkçûyî de û bi taybet di rewşa Îdlîbê ya dawîn de derket holê ku siyaseta dewleta Tirk a dijberî Kurd bi Tirkiyeyê dide windakirin.
Hewce ye ku dewleta Tirk êdî ji siyaseta xwe ya neyartiya kurdan dike, vegere.