Bi boneya bîranîn salvegera Helbestvan û wêjevanê kurd Osman Sebrî ku di 11’ê Cotmeha sala1993’yan de koça dawî kiri bû, bi vê mebestê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê amedekariyên li darxistina 2.Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjyî dikin. Ji bo amedekarî, têkîlî, şert û mercên wê komîteya madekariyê hate avakirin, dê Mihrîcan di 11’ê Cotmehê de li Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bê li darxistin.
Hêjaya bi bîrxistinê ku 2.Mihrîcan Osman Sebrî dê li ser 3’ê rojan bê li darxistin, di mihrîcanê de helbest, gotar, kurte çîrok bêne xwendin.
Mercên tevlîbûnê jî wihan e:
-Helbest, gotar û kurte çîrok bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî.
-Bi yek berhemî tevlî bin.
-Divê ku ew berhemê di miharîcanê de beriya niha nehatibe weşandin.
-Pêwîste berhem bi rengekî elektronîk bê nivîsandin.
-Pêwîste kurte çîrok bi qalibê xêza (12) bê nivîsnadin, her wiha sê rûpelan derbas neke.
– Ev Mihrîcan dê diyarî Berwxedna Serdemê ya Efrînê û Şehbayî bikin, da ku em bibin dengê gelê berxwedêre.
Di 4’ê Cotmehê de deriyê tevlî bûnê tê girtin, Ji bo beşdarbûn û agahiyên zêdetir û şandina berheman Emel jî eve: [email protected]
Hijmara Tel: 0937812709- 0991024674- 05243253.
Ronahî/Qamişlo