Abdulah Ocalan
Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û problematîkên di têkiliyên jin û mêran de hene. Saziya zewacê ya bi awayekî yekalî di civaka hiyarerşîk û civaka şaristaniyê de li ser jinê hat ferzkirin, serweriya mêr pirralî ava kir û bi vê re belkî jî di xwezayê de bi qasî ku ti zindî û ruhberî nedîtî, hîmê saziyeke koletî û hewcebûnê hat danîn ku bi tenê xweserî civaka mirov e. Statuya pêşî ya civakîbûn, çînayetî û netewetiya serdest-bindest, timî li ser vî bingehî ava dibe. Di binê her şer û pevçûnê de jî ev rastî heye. Tişta ku dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst herî zêde ser wê girtiye, ew berevajî kiriye û neyênî nîşan daye, rastiya der barê statuya koletiya jinê ya li ser vî bingehî ye. Jina ku di civaka şaristaniyê de bi şeytên re wekhev tê dîtin, di sosyolojiya modernîteyê de kesayeta herî sernerm a konformîzmê û diya zarokan a karkertiya malê ya bêheqdest e.
Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.
Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.
Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê terîf bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin dest pê bikin, jiyan û jinê rast terîf bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye, û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye.