Rojnameya Ronahî

Projeyên Bîroya jin a Şaredariya giştî

Ferîşte NEZÎR

Rêvebira Bîroya jin a Şaredariya Giştî Raniya Pîco da zanîn ku ji destpêka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi armanca xizmetguzariya gel şaredarî hatin vekirin û wiha got: “Ji ber ku sîstema me hevserokatiye û xwesrtiya jin jî heye di her şaredariyekê de bîroya jin hate vekirin. Ku jin di van bîroyan de ji bo jin û civakê jî rolek mezin lîstin, her wiha karê jin di şaredariyê de ji nêzve şopandin û rêxstinkir, her wiha perwedeyên rêxistinî û xwesertî jî di hatin kirin û pirsgirêkên heyeî di riya wan civîn û perwerdeyan de çareser di kirin. Di heman demê de projeyên taybet bi jinê bi alîkariya şaredriyaê û Desteya wê hatin avakirin.”
Raniya bal kişand ser projeyên ku ahtine pêk anîn û wiha dewam kir: “Hemû jin bi yek dest û helwest dixebitin, armanca me ji bîroya jin û projeyên taybet bi jinê, ku em jibo wna derftên kar avabijkin. Projeyên ku ahtine pêk anşşn jî evin. (Hola werzîşê taybet bi jinê, du bexçeyên zarokan yek bi navê Ş. Emîne li taxa Kornîş ku zarokên ji temenê 7 mehî heye 3 salî pêşwazî dikin û yadin jî bi navê Awaz li taxa Xerbî ku zarokên temenê 3 salî heye 5 salî. armanc ji van projeyan ku jinên di saziyan de dixebitin alîkariya wan bikin û zarokan bi rengeî baş bêne perwerdekirin, her wiha ku jin werzîşê bi rehetî karibe bike di heman demê de pêşdikeviin û derfetên kar avadikin.”Raniya diyar kir ku ji bo demên pêş projeyên wan yên nû jî hene û wiha got: “Projeya şûştina beran heye, lê hîn di lêkolînê deye. Û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku kar baş bi rêve biçe û agahdariya me ji hemû xebatî hebe, tekêliya me bi bi hemû bîroyên şarederiyê di kantona qamişo de heye, bi armanc açalakirna bîroya jinê di her mehê de bi wan re civîn tê çêkirin û di wan civînan de pirsgirêk, pêşniyar û proje têne nîqaşkirin û li ser vê bingehê raporên xweyî mehane radestî Bîroya jin a Desteyê dikin.”