Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi vîn û xwebaweriyê mirov dighêje armancên xwe’

03/07/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi vîn û xwebaweriyê mirov dighêje armancên xwe’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Yekemîn kursa fêrbûna ajotina erebeyan ya taybet bi jinê  li bajarê Qamişlo ji aliyê jina bi navê Amed Dilpak ve tê dayîn. Amed diyar kir ku armanca wê ya sereke ji vê pirojeyê ew e ku jin xwedî bawerî û hêz bin.

Piştî destpêkirina şoreşa Rojava jinên herêmê tevlî xebatên cur bi cur bûn, ji qadên leşkerî, siyasî destpê kirin heta ku gihaştin tevahî warên jiyanê, jin di şoreşa Rojava de bûn pêşengên şoreşê û di rêvebirinê de cihê xwe girt.

Yek i jinên ciwan yên xwedî piroje û armanc jî, Amed Dilpak e. Ew ji bajarê Qamişlo ye, yekemîn projeya taybet a fêrkirina jinan ji bo ajotina erebeyê pêş xist.

Derbarê pirojeya fêrkirina ajotina erebeyan ya taybet bi jinan, xwediya pirojeyê Amed Dilpak ji rojnameya me re axivî.

Amed Dilpak ku di temeneke biçûk de fêrî ajotina erbeyê bûye da zanîn ku ajotina jinan ji erebeyê re zêdetir birêxistinkirî ye ji ya mêr û wiha got: “Pêwistiya civaka me bi mamosteyên jin ji bo perwerdekirina ajotina erebeyan heye, ji hêla jinan ji ber ku rehetiyeke mezin dibînin dema jineke din wan fêr dike, bi lez agahî dighêjin wan. Di demê berê de şermeke mezin bû jin erebeyê biajo û civak matmayî dima, lê piştî şoreşê ev çend saline ev hişmendî kêm bûye, êdî heta astekê bû diyardeyek. Ez ê hewil bidim bi alîkariya jinên ku tevlî kursê dibin vê hişmendiyê zêdetir kêm bikin û ji holê rakin.”

‘Bawerî û hêz bingeha serkeftinê ye’

Amed Dilpak axaftina xwe wiha dewam kir: “Min xwest ku ez projeyeke wisa xweser pêşbixim. Dem amin ev piroje da pêşiya xwe yên herî zêde pêştgiriya min kirin, hevjîn û malbata min bûn. Hilbet di her karekî de zehmetî hene, lê bi vîna xurt, hêz û baweriyê wê serkeftin her dem li pêşiya mirov be. Zehmetiyên ku ez dikşînim dema jin tên ji bo xwe fêr bikin bi tirs û bêbawerî nêz dibin, lê heta ji min bê ez bi wan re dibim alîkar û hêzê didim. Ya herî giring ew e ku jin xwedî hêz û bawerî bin.”

‘Fêekirina ajotina erebyê ji bo min karekî pîroz e’

Amed Dilpak da xuyakirin ku fêrkirina ajotina erebeyê ji bo min karekî pîroz e û wiha berdewam kir: “Dema ez dibînim ku encama xebata min pir sûd jê tê girtin, çend jin li cem min fêr bûn, derçûn û êdî piştre rasterast erbe ajotin, ez bi vê yekê westandina xwe ji bîr dikim û ez kêfxweş dibim, divê hemû jin bi hev re bibin alîkar da ku ajotina erebeyê bibe diyardeyeke normal, ji mafê her jinekê ye ku hemû karî bike.”

Amed di derbarê kursa fêrkirinê de wiha got: “Di her hefteyê de 3 rojan wane hene û her wane saetek e.  Di waneya yekem û duyem de hinekî zehmetî tên kişandin, ji ber kêm bawerî û tirs heye. Di wana sêyem de asta jinan baş dibe. Waneyek heye bi taybetî êvarê wan derdixim çawa di nava tarîtiyê de fêrî ajotinê bibin. Waneyeke din jî heye çawa bi paş ve vegerin. Nêzî 15 jin perwerdeyê dibînin û 4 jin derçûne.”

Amed Dilpak axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazim di rojên pêş de projeya xwe berdewam bikim, herwiha ezê hewil bidim berfirehtir bikim da ku beşeke mezin ji jinan fêrî ajotinê bikim û dibistaneke taybet vekim. Divê her jinek xwedî bawerî, hêz û îrade be, da ku karbe armancên xwe pêk bîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.