Rojnameya Ronahî

Hemû malabata xwe winda kir lê hêviyên xwe winda nekir

Melek DEMÎRTAŞ

Ji destpêka şoreşa Sûriyê û heye roja îro ji sedema şer û pêvçûnan, êrîşên DAIŞ’ê û binpêkirinên mirovahiyê jin rastî hemû cureyên tundî, koçberî û tacizê tên û roj bi roj êş zêde dibe ev ji bilî rewşa tenduristiyê û veguhestinê ji bo dermankirinê. Yek ji van sedan jinan jî Huda ye ku tevî hemû zehmetî û êş ku ev malabata wê jê bir, lê hîn li berxwe dide û hêviyên xwe winda nekirye û roja xwe bi xwendina pirtûkan derbas dike.
DI ŞEVEK TARÎDE
MALBATA XWE WINDA KIR
Çîrok û êşên jinên Sûriyê malek ji maladin cudaye, yek ji qurbaniyên vî şerî jî jina Ereb a bi navê Huda El-Ebdelah bi temenê 35 salî dayika 3 zarokan ji Dêrazorê taxa Salihiyê ye Huda serpêhatiya xwe him bi çavên tijî rondik û him bi hêvî wiha vegot: “Beriya şoreşê malak minî biçûk hebû û madiya em dihate qedandin, lê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê. Û dorpêç kirin, şevek ji şevên tarî ji hêla belafiran mala me hate bombarandin, di encama êrîşa hewayî de qîz, lawik û hevjînê min jiyana xwe ji dest dan û ez bi giranî birîndarbû; di emcamê de nema karîbûm li û tevgerê bikim.”
JI BER ÊRÎŞAN HER
PENABER BÛN
Huda wiha pêde çû: “Piştî vê bûyerê birayê min anî mala xwe, tevî ku birayê min di milê madî de belengaze jî, lê kesên xêrxwaz hîn hene û alîkariya wê dikirin. Da ku min derman bikin em çûne Şamê, lê rêwîtiya me gelek zehmet bû, ji ber ku min nikare tevger bikim birayê min dirahişte û min dibir. Piştî ku bijîjk tendrustiya min kontrolkir û emelyat kirin, emeliyat ji % 50 serketî bû, piştî wê êdî min karîbûm ku ez rûnim.”
Huda wiha Çîroka xwe dewam kir: “Piştî wê bi birayê xwere vegeriyam mala wî, jiber ku tu cih û warê min nebû, her wiha kes nebû ku li mi miqatebe. Lê ji ber ku roj bi roj dorpêç û bombebaran zêdebûn, birayê min biryar girt ku ew malabt, dayika bi temen mezin û ez ji Dêrazorê birevin û dev ji xaniyê xwe berdin. Me berê xwe da Reqayê, lê ji ber kêm derman û têdaviya min ku bijîjk ser berdewamiya tedaviyê tekezkiribû li wir tenê sê mehan man. Da ku dermankirina xwe temem bikin me berê xwe da bajarê Hesekê û li nexweşxaniyê tedavî kir lê, ji sedemên nebûna madî tenê 10 roja li nexwşxaneyê man. Piştre em hatin Qamişlo û xaniyek li taxa Zeytuniyê kirêkir, bariyê min da ku pêwîstiyên malê û dermanên min peyda bike bi şev û roj dixebitî.”
ÊŞ SER ÊŞÊ DİBÛ Û HÊVİYÊN ME ZÊDE DİBÛ
Malbata Huda rastî gelek zehmetiyan hat, di şevekê de Huda zehif êşiya û birayê wê ew rakir nexweşxaneya dewletê ya li Qamişlo, li wir rêjîm birayê wê girtin, çimkî leşkeriya neçariya rêjîmê nekiribû. Dayîka Huda xebre da qîza xwe ya li Dêrazorê dimîne ku werê gel wan da ku alîkariya xwişka xwe bike. wiha ew qîz dev ji mal û zarokên xwe berda û hate alîkariya xweşka xweyî nexwşa bike, hîn xêrxwaz li devaran hene ku li gorî derfetên xwe alîkariya wan madî û derman kirin, lê ev du salin ku rewşa Huda û malbata wê wihaye.”
Dayîka Huda ya binavê Cemîla Ilyas ser êş û azarên ku kişandin bi çavên tijî rondike wiha vegot: “Di bûyerê û şerê ku li Dêrazorê çêbû me gelek ziyana canî û madî jî dît, her wiha qîzamin bi giranî birîndarbû. Ku rojana rojên me bi êş û kelem derbas dibe, taybet piştî girtina lawikê min ku wê malabt bi rêvedibir û alîkariya xweşka xwe dikr, jiber ku ez bi temen mezinim nexweşim, min gazî keça xweyî Dêrazorê kir. Em rastî zehmetiyên jiyanî jî wekî kêmbûna avê jî tên, lê em bi bawerî û vîna xwe van hemû zehmetiya derbas dikin.”
HEMÛ BAR SER MİLÊ MİN MA
Rîm Ebdelah xwişka Huda wiha got: “Malak minî biçûk ez û hevjînê xwe tê de jiyan dikir, lê piştî êrîşa hewayî hin malên me jî ziyan dîtin, lê me dev ji malê xwe neqeriya ji ber ku tu cihêdin nîne ku em herinê. Lê piştî birîndariya xweşka min, ku nema karîbû tevger bike û gelek ji malbata me bûne qurbanê vê êrîşê. Li ser banga dayîka xwe ez hatim Qamişlo gel dayîk û xweşka xweyî nexweş ku nikare tevger bike, da ku ez alîkariya wan bikim, min dev ji mal û zarokên xwe qeriya û heye niha ez tiştekî agahiyekê ser wan nizanim. Rastî ji ber kêm derfetên madî malabat û bi taybet xweşka min ji ber kêm derman her ji ber birînê xwe êş û azaran dikşîne.”
Hevjîna birayê Huda Newal Hisên jî ev tiş anî ziman û got: “8 zarokên min hene, beriya ku hevjînê min ji hêla rêjîmê bê girtin wê malab xwedî û xweşka xwe derman dikir, lê piştî wê ev hemû bar kete ser milê min rastî jî rewşek pir giran û zehmete jiyan dikin. Ku rojane zarokên min diçin bazara Hala a giştî da ku bixebitin û alîkariya malê bikin. her wiha zehmetiya ku em rastî wê tên jî kêmbûna avê ye ku ev du min av nayê.”
Di vî şer û pevçûnê yê herî ziyan dît jin û zarok ne, ew rastî hemû cûreyên êş û zehmetiyê hatin; tvî wiha jî her heviyên xwe winda nekirin ji ber ku her çavên wan bendewariya jiyanek aştî bû.”