Rojnameya Ronahî

Bê şer pirsgirêka Îdlibê çareser nabe

Serhet Varto diyar kir ku ger Tirkiye di Îdlibê de winda bike, wê êdî nekare di siyaseta Efrînê be bi pêş ve biçe.
Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê KCK’ê Serhat Varto, bi bîr xist ku winda kirina Tirkiye û DAIŞ’ê ya li Kobanê û şûnde êdî kir ku li Sûriyê ne weke aktorek e û got: “Siyaseta xwe li ser wê avakiriye ku Kurd ti serketinan bi dest nexin. Di vê siyasetê de xitimîn e. Pêşketinên li qadê wê didehfînne. Caran ber bi Amerîka, caran ber bi Rûsya-Îranê ve dehf dide. Varto destnîşan kir ku di mijara Efrînê de nakokiyên di navbera Rûsya, rejîm û Îran li gel Tirkiyê pêk bên, ji bo mezinkirina berxwedana li Efrînê wê hê zêdetir derfetan bidin avakirin. Varto da xuyakirin ku Tirkiye wê li pêşberî Îdlibê bixwaze li xeta Efrîn û Cerablûsê hebûna xwe bidomîne, lê wê ev yek pêk neyê.
ÎDLIB XALEKE STRATEJÎK E
Varto bal kişand ser hevdîtina sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ya li Tehran û ev nirxandin kir: “Bê şer pirsa Îdlibê çareser nabe. Bi teqez divê şer bê kirin. Daxwazên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji hev cuda ne, lê muhatacî hev in. Niha Rûsya dixwaze rejîm li gelemperiya Sûriyê serwer bibe, ji derveyî rojhilatê Firatê hem jî naxwaze Tirkiyê jî winda bike. Ev jî pir zehmet e. Îran jî hem dixwaze Tirkiyê ji Sûriyê derxe û li dijî Amerîkayê jî bi Tirkiyê re bibe yek. Tirkiye jî hem dixwaze li Sûriyê bimîne û têkiliyên xwe yên li gel Sûriye, Îran û Rûsyayê dewam bike. Ev jî pir zehmet e. Heta dawî bi vî awayî naçe serî. Îdlib ji bo Sûriye û Rûsya stratejîk e. Heleb di bin gefê de ye. Hemû çete li wir hatine bicihkirin. Ji Îdlibê bigre heta Cerablûs, Bab, Efrînê 100 hezar hêzên çete hene. Ev hêzê gefên mezin li ser Helebê didin çêkirin. Heleb bikeve Şam xwe li ser lingan nagire. Eger Sûriye, Îran û Rûsya bi xwazin li Sûriyeyê bi ser kevin divê Îdlibê bigirin.”
Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serhat Varto bal kişand ser operasyona Îdilibê û bi wê ve girêdayî bandora wê ya li Efrînê û ev nirxandin kir: “Rewşa Efrînê hinek bi pêşveçûna operasyona Îdlibê ve girêdayî ye. Di mijara Efrînê de nakokiyên di navbera Rûsya, rejîm û Îran li gel Tirkiyê de pêk bên, ji bo mezinkirina berxwedana li Efrînê wê hê zêdetir derfetan bidin avakirin. Tirkiye wê li pêşberî Îdlibê wê daxwaza li xeta Efrîn, Cerablûs an jî Şehbayê hebûna xwe bidomîne bike, lê wê ev yek pêk neyê. Ev rast e; Sûriye û Îran bi temamî dixwazin Tirkiyê ji Sûriyeyê derxin. Eger Tirkiye ji Îdlibê derbikeve wê zexta ji Efrîn û Cerablûsê jî derbikeve bê kirin. Ji xwe eger siyaseta Tirkiye li Îdlibê bi ser neket, wê siyaseta wê ya li Efrîn û deverên din jî pêşve neçe û wê şensekî vê jî nemîne. Li vir derfet jî hêzên Efrînê re vedibe.”