Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya bexçeyê zarokan ji dayikan re dibe piştgirî

26/06/2024
in Uncategorized
A A
Projeya bexçeyê zarokan ji dayikan re dibe piştgirî
Share on FacebookShare on Twitter

Projeya Baxçeyê Zarokan a Şehîd Awaz a yek ji destkeftiyên jinan e û bi derfetên Ofîsa Jin a Şaredariya bajarê Qamişlo hatiye avakirin, ji dayikên kar dikin re dibe piştgirî.

Ofîsa Jin a şaredariya bajarê Qamişlo bi projeyên Ofîsa Jin gelek derfetên kar ji jinan re diafirîne. Ofîsa Jin a Şaredariya Qamişlo di sala 2014’an de Bexçeyê Zarokan ê Şehîd Awaz vekir. Bexçeyê Zarokan bi armanca piştgiriya bi jinên karmend û xwendekar ên dayik re hat vekirin, ji bona ku zarok di wan baxçeyan de fêrî xwendin û nivîsandinê bibin. Rêvebera Baxçeyê Zarokan a Şehîd Awaz, Yasmîn Mihemed behsa fêrkirina xwendina zarokan li baxçe û alîkariya wan a bi dayikên wan ên karmend re kir.

Ji bo dayikên kar dikin bû piştgirî

Yasmîn Mihemed behsa destpêka avakirina baxçe û armanca wan bi vekirina wê kir û got: “Di destpêka sala 2014’an bi alîkariya Ofîsa Jin ev baxçeyê zarokan hat avakirin, armanca me ew e ku dayikên karmend sûdê jê bigrin, zarokên xwe li baxçeyên xwendinê bi cih bikin û tu astengî li ber kar û xebatên wan dernekevin. Ji ber ku piraniya jinan karmend in zarokên wan di temenê biçûk de ne, nikarin wan li malê bihêlin, vekirina van baxçeyan pir girîng e ji bo wan. Her wiha parastina zarokan ji kolanan ji bo ku fêrî tiştên xirab nebin, li baxçe fêrî xwendin, nivîsandin û exlaqê baş bibin.”

‘100 zarok di baxçe de fêrî xwendinê dibin’

Yasmîn Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Di baxçe de 11 mamoste hene guhdarên zarokan in û wan fêrî xwendinê dikin, hijmara wan jî 100 zarokên. Waneyên cur bi cur didin, rojê em wan fêrî tîpekê dikin bi her fêrkirina tîpekê re mînakên pratîk jî fêr dibin, her wiha mînakên tewrî jî didin wan. Di her waneyê de jî 15 xulek navber didin, wan li hewşa baxçeyê bêhnvedanê digerînin, hinek ji wan bi hevalên xwe re dilîzin û hinek ji wan jî wêneyan xêz dikin û bi giştî baxçe ji bo zarokan cihekî pir girîng û baş e ji bo fêrkirinê her wiha zanebûna xwendinê bi zarokan re çêdibe beriya ku biçin dibistanê.”

Yasmîn Mihemed di dawiyê de hêviya serkeftinê ji zarokan re xwest û wiha bi dawî kir: “Gelek projeyên me hene ji bo pêşerojê lê di demeke nêz de projeyeke me heye ji bo baxçeyê zarokên temenê wan 4 meh û jortir e. Ji ber ku ev baxçeyê me ji temenê 3 salî heta 5 salî ye. Hêviya min ew e ku gelek baxçeyên zarokan li bajarê me werin avakirin. Ji ber ku ev piroje alîkariyeke girîng e ji bo zarok û dayikan. Zarok fêrî xwendin, nivîsandin, rê û resmên civakê, exlaqê baş û zanebûnê dibin û beriya ku biçin dibistanê amade ne. Her wiha tu astengî li pêşiya karê dayikên wan çênabe. Her dem ez serkeftinê ji zarokan re dixwazim, ji ber ku ew nifşên nû yên civaka me ne û li ser fikreke baş û exlaqê baqij mezin dibin.” NÛJİNHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.