Rojnameya Ronahî

YRJ: Nasnameya rojnamegeriya jinê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevka YRJ`ê Arîn Siwêd diyar kir ku Yekîtiya Ragihandina jin (YRJ) li ser mîrasê berxwedanê ava bûye û mezin bûye, bi biryardarîyek mazin hem bûye perçeyekî mîrasê berxwedana azadiyê ya gelê Kurd û jina Kurd û hem jî ji bo danasîna vê rastiyê bi sekneke pêşeng roleke diyarker lîstiye.

Rojnamegeriya kurdî roleke dîrokî lîst û bi taybet jî di Şoreşa Rojava de û muhra xwe li gelek serkeftinan xist û Şoreşa Rojava bi şoreşa Jinan hate bi navkirin. Di hundirê Şoreşa Jinan a Rojava de rojnamegeriya jin rolekî girîng lîst û heta mirov dikare bêje şoreşeke rojnamegeriya jin pêk hat. Zêdetirî 400 jinên rojnameger ên di rojnaman, Tv, ajans, radyo û kovaran de dixebitin hene. Ev ne hejmareke ji rêzê ye, ev berhema 12 salên şoreşê ye. Jinên rojnameger, nûçegihan îro di bin navê Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de xwe birêxistin dikin û weşangeriya xwe ya jin xurt dikin. YRJ’ê nasnameya jinên rojnameger ên ku birozdiya azadiya jin ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipejirînin e. Li Rojava YRJ`ê dibe destkeftiyeke girîng û pêwîst di şoreşa rojnamegeriya jin de bi dest xist.

Nivîsandina dîroka azadiya jinan

Êrişên di sedsala 21’an de çêdibin binpêkirina nasnameya jin û qirkirina wê armanc digire ku îro sedsala 21’an bibe sedsala têkoşînên jinan û hevgirtina wan ên li gelek aliyên welat, keda Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîn û berdêlên jinên kurd û dostên wan danî bûn. Guhertina feraseta mêr girîng e. Şoreşê li Rojava dest pê kir, jinan pêşengtiya wê kir, her wiha bi saya rojnamegeriya kurdî şoreş wek Şoreşa Jinan hat naskirin û wiha êdî bandor li alî û parçeyên din yên welat û derve kir. Pêwîstî heye ku dengê jinan di çapemeniyê de neyê birîn, ji ber qêrînek jî dikare di jineke bi sedan welat, derya, çiya û di navbera wê û jineke din de bandorekê çêbike û hestên tolhildan, serhildan, hevgirtin û yekîtiyê pêre bide raberkirin. Li rojhilatê Kurdistanê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir, li Rojava û welatên din deng bilind bûn. Ji ber polîsên qaşo bi navê exlaq keziyên Jîna Emînî kirin hincet û îşkence lêkirin, jinan li parçeyên din laçikên xwe di kolanan de danîn û porê xwe li beramberî her kesî jêkirin. Peyama rast a ku rojnamegeriya jin dixwaze wê bide ew e ku hevdû hezkirin, hîskirin û li dijî êrişan hevdû girtin û têkoşîneke xurt û domdar meşandin e.

Bi boneya salvegera damezrandina (YRJ) berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd ji Rojnemeya me re axivî.

Arîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina Yekîtiya Ragihandina Jin li tevahî jinên kedkar û şopdarê heqîqetê pîroz kir û wiha got: “Em jinên rojnemevan yên ku îro mîrasên wan gihîştin vê rojê û li ser hisabê jiyana xwe rastiyê ragihandin, bi vîn û baweriyê di nava şoreşê de berdewam kirin; mînaka wê jî Gurbetellî Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Şevîn Bingol, Dîlîşan Îbîş û gelek lehengên mîna wan ku di oxira şopdariya heqîqetê de bi biryardarî û evîndariyek mezin xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derketine û bi berdêla canê xwe ev mîras mayinde kirine.  Bi pêşengiya jinan têkoşîna azadiyê li her qadê her diçe bilind dibe.”

‘Têkoşîna Çapamaniya azad’

Arîn bal kişand ser avakirina Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û wiha got: “Dema em dibêjin ku di sala 2020`an de Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) hat avakirin, nayê wê wateya ku rêxistinkirin an jî ragihandina jin tune bû li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê, heya astekî baş hatibû rêxistin kirin û di heman demê de saziyên jin di Herêmê de hebûn. Lê pêwîstî li avakirina Yekîtiya Ragihandina jin (YRJ) hebû ku dengê hemû jinan bikin yek da ku em bikaribin têkoşîneke hevpar li hemberî hemû êrişên qirkirinê ku li hemberî jinan tê kirin bidin meşandin. Her wiha bi yek dengî ku em van êrîşan têk bibin. Niha çapemaniya azad ya di dîroka Kurdistanê de qonaxên têkoşînê yên pir mezin re derbas bû ku çawa gelê kurd têkoşîn kirin ji bo hebûna xwe, di heman demê de çapemaniya azad li dijî çanda qirkirin, binpêkirinê, dagirkerî û zayendeperestî têkoşînekî bêhempa da meşandin. Herçiqasî hêzên serdest û faşîst di nava hewildanên herî mezin dene ku ev berxwedanî û têkoşîna gelê kurd dide meşandin rawestîne yan jî tune bike.”

‘Dewletên dagirker her jinê dikin hedef ji bo ku dengê rastiyê qut bikin’

Arîn siwêd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dendika têkoşînê ku derketiye holê yek ji wan YRJ`ê bûn ku îro karîbûn xebatên xwe bi hêz dewam bikin û bandorekî xurt li tevahî cîhanê pêkbîne. Zehmetiyên heyî, ew e ku êrişên li ser ragihandina jin yan jî li ser jinên ku pêşengtiya şoreşê dikin, herdem êrişên hovana li ser wan tên kirin. Dewletên dagirker bi her awayê şer didin meşandin tenê ji bo ku jinê bê deng bikin û dengê rastiyê newe ragihandin. Her wiha li hemberî van êrişan jinan qada berxwedanê û têkoşînê hilbijartin û mezin kirin.”

‘Deng û rengê şoreşê belavî tevahî cîhanê bikin’

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di salvegera avakirina Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ku her sal em wekî jin xwe lêpirsîn dikin û difkirin ku çawa emê ragihandina jin bi hêztir û mezintir bikin. Her wiha ku çawa em bikaribin her jinek bibin xwedî hêz û bi pênûsa xwe ked, têkoşîn û di heman demê de êşa her jinekî ragihînin cîhanê. Di dawiyê de em roja avakirina YRJ`ê li hemî şehîdên ku îro em bi saya wan vê xebatê didin meşandin pîroz dikin. Em ji her jinekê rojnamevan ji bo parastina rastiyê têkoşîn û xebat dikin vê rojê li wan pîroz dikin. Em bi israr in ku xebata xwe ya rojnamevantiyê bi hêzekî xurt dewam bikin û deng û rengê şoreşê belavî hemî cîhanê bikin û di bin duruşmeya “Jin Jiyan Azadî” kar û xebatên xwe tacîdar bikin.”